04:18 20 Nîsan 2018
    Barzanî û Ebadî

    Heyder Ebadî û Mesûd Barzanî bi telefonê axivîn

    © Sputnik /
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi munasebeta koça dawî ya Dilovan Îdrîs Barzanî bi Mesûd Barzanî re bi rêya telefonê axivî.

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di 2ê Nîsanê de ji bo koça dawî ya Dilovan Îdrîs Barzanî bi Serokwezîrê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re axivî bû û ji bo koça dawî ya birayê wî sersaxî xwestibû.

    Hêjayî gotinê ye ku ev yekem care piştî lidarxistina referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê Heyder Ebadî û Mesûd Barzanî bi munasebeta koça dawî ya Dilovan Îdrîs Barzanî bi rêya telefonê diaxivin.

    Dilovan Îdrîs Barzanî di 2ê Nîsanê de li Hewlêra paytextê Kurdistanê ji ber krîza dil di 52 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dabû.

    Bi heman mijarî:

    Heyeta HDPê gihîşt Kurdistanê û dê îro bi Barzanî re bicive
    Barzanî peyameke spasiyê weşand
    Erdogan bi rêya telefonê sersaxî ji Nêçîrvan Barzanî re xwest
    KCKê ji bo malbata Barzanî sersaxî xwest
    Ji bo Îdrîs Dilovan Barzanî peyamên sersaxiyê
    Etîketan:
    Serokwezîrê Iraqê, Mesûd Barzanî, Heyder Ebadî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de