21:28 24 Nîsan 2018
    Heyeta HDPê û Mesûd Barzanî

    Heyeta HDPê gihîşt Kurdistanê û dê îro bi Barzanî re bicive

    © Foto : Serokatiya Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Heyeta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji hevseroka partiyê û parlamenteran pêk tê şevê din gihîşte Herêma Kurdistanê.

    Li gorî bernameya heyete tê pêşbînîkirin ku îro heyeta HDPê bi Mesûd Barzanî re bicive û rewşa kurd û herêmê binirxînin. Biryare heyeta HDPê ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî bicive da ku sersaxiyê jê re bixwaze û li aliyekî din jî pirsên girêdayî rewşa kurdan gotûbêj bikin.

    Heyeta HDPê ji hevseroka giştî partiyê Pervin Buldan, Parlamenterê Rihayê Osman Baydemir, Parlamenterên Amedê Îmam Taşçier, Feleknas Uca û Parlamenterê Agiriyê Berdan Ozturk pêk tê.

    Heyet roja duşemê serdana Silêmaniyê dike û ligel berpirsên YNK û Tevgera Goran û Komelaya Îslamî jî dê hevdîtinan pêk bîne.

    Bi heman mijarî:

    Li Stenbolê operasyon: 25 endamên HDPê hatin binçavkirin
    Parlamenterê heyeta HDPê ji bo serdana Kurdistanê ji Spûtnîkê re axivî
    Li Amedê polîsan dest danî ser pasteya 'kesk û sor û zer' a ji HDPê re diçû
    HDPê ji bo hilbijartinên 2019an dest bi xebatan kir
    Rêvebera HDPê ya li Newrozê axivîbû hat girtin
    Etîketan:
    PDK, HDP, Pervin Buldan, Mesûd Barzanî, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de