14:55 19 Nîsan 2018
    Herêmên ku dibin hedafa balafirên tirk ên ku tên bombebarankirin

    Ji ber topbarana artêşa tirk 120 malbatên kurd koçber bûn

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 02

    Duhî êvarê artêşa tirk him bi topan him jî bi firokeyan devera Biradostê ya li nahiyeya Sîdekanê topbaran kiribû û di encamê de welatiyek birîndar bibû û hejmareke welatî jî neçar bûn ku mal û gundên xwe biterikînin û koçber bibin.

    Îskender Biradostî çalakvanê civakî li devera Biradostê derbarê mijarê de ji bo Sputnik Kurdistanê de got, "Gundên Xelîfan, Lêlkan, Koreşa, Bozên û çend gundên din duhî ji aliyê artêşa tirk ve hatin topbarankirin û di encamê de xelkê wan gundan neçar bûn ku malên xwe li cih bihêlin û koç bikin."

    Herwisa daxuyand ku zêdetirî 120 malbatan li vê deverê koç kiriye û gund û malên xwe terikandine.

    Ji aliyê din ve hinek çavkaniyên li devera Biradostê ji bo Sputnik Kurdistanê got, "Ji duhî ve artêşa tirk li nav xaka Herêma Kurdistanê hîn pêşda hatiye û li hin deveran bi qasî 3 kîlomitroyên din pêşda hatiye, an ku heta niha nêzikî 20 kîlomitroyan sînorê Herêma Kurdistanê derbas kiriye. Bi taybetî li devera Xakurk û gelê Reş ya li nahiyeya Sîdekanê."

    Bi heman mijarî:

    Balafirên şer ên tirk devera Sîdekanê topbaran dike: Gund hatin valakirin
    'Rewşa aboriya devera Sîdekanê piştî ketina artêşa tirk nebaş bû ye'
    ji xwezaya deverên herema Kurdistanê û Sîdekanê çend wêne
    Rewşa dawî ya gundên Sîdekanê ku artêşa tirk bi pêş de çûye
    Rêveberê Sîdekanê: Hêzên tirk heta 15-17 kîlometroyan ketine nav axa Kurdistanê
    Etîketan:
    topbarankirin, Artêşa Tirk, Îskender Biradostî, Sîdekan, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de