17:12 25 Nîsan 2018
    Serkirdeyê PDKê Elî Ewnî

    Rayedarê PDKê: Rojekê dê Îran, Tirkiye, Sûriye û Iraq bên hilweşandin

    © Sputnik / Omer Faruk Baran
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Endamê Serkirdayetiya PDKê Elî Ewnî derbarê beşdarbûna kurdan di hilbijartinan de nivîsî û got, "mixabin em bi vîn û îradeya xwe li gel Îran, Iraq, Tirkiye û Sûriyeyê najîn. Her rojek dê were û ev her çar welat dê werin hilweşandin."

    Ewnî li ser hesabê xwe yê Facebookê nivîseke bi sernavê "Hilbijartin û kurdistanî" nivîsî û tê de wiha got: "Mixabin "mixabin em bi vîn û îradeya xwe li gel Îran, Iraq, Tirkiye û Sûriyeyê najîn. Her rojek dê were û ev her çar welat dê werin hilweşandin û ji hev bikevin."

    Rayedarê PDKê diyar kir ku ji "neçarî tev li hilbijartinan dibin da ku bikarin stema li ser Kurdistanê siviktir bikin" û wiha dewam kir: "Her çiqasî di beşdariya me ya borî ya Parlamentoya Iraqê de, nûnerên Kurdistanê tenê nekarî pereyê genimê sala 2014an ên cotkaran Kurdistanê jî bigirin."

    Herwiha Ewnî ev her çar welat wek "dagirker" bi nav kirin û got," guhertina hikûmeta van (welatan) wek guherîna pasevan/gardiyanên zindanê ye. Zindankirî her di zindanê de ye, pasevan û birêveber biguherin çi ye."

    Bi heman mijarî:

    Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo çi navê 'Kurdistan'ê bi tîpa biçûk dinivîse?
    'Kurdistan dikare bibe pêşengeha mezin a çanda Îranê'
    Amerîka: Kurdistan îstîqrara herêmê ye
    ‘Kurdistan, herdem bi hiqûq û qanunên cuda hat birêvebirin’
    Sputnik Kurdistan hemû hûrgiliyên hilbijartinên li Rojava diweşîne
    Etîketan:
    PDK, Elî Ewnî, Sûriye, Tirkiye, Iraq, Kurdistan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de