06:26 27 Gulan 2018
Keça Kurd a bi navê Niştîman Herşoye dema ji êrîşa balafirên tirk direviya ji kevir de ket û birîndar bû

Keça ku ji êrîşa balafirên tirk baz dida ji kendalê de ket û birîndar bû

© Sputnik / Osman Başqalî
Kurdistan
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 01

Li dema êrîşa asmanî ya balafirên şer ên Tirkiyeyê bi ser çend deverên herêma Sîdekan a Herêma Kurdistanê de, li gundê Lelka keçeke Kurd dema ji êrîşa balafiran baz dida ji kevir de ket û birîndar bû.

Peymanêrê Spûtnîkê Kurdistanê ragihand ku keça bi navê Niştîman Herşoye îro (5 Adar 2018) li dema êrîşa firokên şer ên Tirkiyê bi ser gundê Lelka baz daye û di kevirî de ketîye.

Keça Kurd ji ber ketinê birîndar bûye û niha di nexweşxaneya Soranê de tê dermankirin.

Balafirên şer ên artêşa Tirkiyeyê îro 5ê Adarê berêvarê devera Sîdekan a Herêma Kurdistanê bombardiman kiribûn û çend gundên wê herêmê jî ji ber êrîşan hatibûn valakirin.

Operasyona leşkerên tirk a bejahî li nav sînorên Herêma Kurdistanê
© Sputnik / Osman Başqalî
Operasyona leşkerên tirk a bejahî li nav sînorên Herêma Kurdistanê

Beriya niha jî hatibû ragihandin ku hêzên artêşa Tirkiyeyê li nav sînorên Herêma Kurdistanê bi hinceta operasyonên li dijî PKKê bicih bûne û pir nêzîkî gundan di liv û tevgerê de ne.

 

Bi heman mijarî:

Cîbûrî serdana Kurdistanê dike: Kurdan bawerî bi yekîtiya Iraqê anî!
Barzanî peyameke spasiyê weşand
Ermenistan: Em peywediyên Rûsya û Tirkiyeyê dişopînin
Gelo mimkun e li Minbicê şerê gerîla dest pê bike?
Li Amedê şewat: 8 kes rakirin nexweşxanê
Dadgeha Almanyayê serokê serxwebûnxwaz ê Katalan serbest berda
Etîketan:
Tirkiye, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de