19:17 20 Nîsan 2018
    Mesûd Barzanî

    Barzanî peyameke spasiyê weşand

    © REUTERS / Reuters TV
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştî bidawîbûna şîna Dilovan Îdrîs Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir û ji bo hemû alî û kesên ku sersaxî jê re xwestiye spasiya xwe pêşkeş kir.

    Serokê berê yê Herêma Kurdistanê û Serokê Giştî yê PDKê Mesûd Barzanî piştî bidawîbûna şîna biraziyê xwe Dilovan Îdrîs Barzanî peyamek weşand û di wê peyamê de ji bo hemû alî û kesên ku sersaxî jê re xwestiye spasiya xwe pêşkeş kir.

    Barzanî di peyama xwe de ev tişt gotin:

    "Spasiyên xwe yên bê payan pêşkeşî hemû hemwelatiyên xweşdivî yên Kurdistanê û aliyên siyasî yên Kurdistan û Iraq û konsol û nûnerê welatan û kesayetiyên olî û nûnerê pêkhateyên neteweyî û olî û rêxistinên civakî û medenî û kesayetiyên siyasî û civakî û çandî û akademî û werzîşî û fermande û hêzên qehremanên Pêşmerge û Asayîş û Polîs û berpirsên îdarî û siyasî û hemû çîn û tebeqeyên Herêma Kurdistan û Iraq û hemû Kurdistaniyên ezîz li her çar parçe û derveyê welat dikin ku zehmetê kêşan û beşdarî şîn û serxweşiya Xwedê jêrazî Dilovan Îdrîs Barzanî bûn û hevsozî û hevxemiya xwe derbirîn û xema me kêm kirin.

    Hevsozî û hevbeşiya xelkê ezîz ê Kurdistanê, di xem û şîn û serxweşiyê de ji bo me herdem cihê rêz û teqdîrê ye û cihê şanaziya me ye. Spasî hemwelatiyên xweşdiviyê bajaroka Selahedîn dikim ku li van çend rojan da tehemula zehmetî û qelebalixiyê kirin û mîhvandariya xelkê kirin. Herwiha spasî erk û keda hêzên asayîş û polîsan dikim ku erkê rêxistina rê û ban û asayîş li ser milê wan bû. Hêvîdar im hemû aliyek ji êş û nexweşiyê dûr bin û Xwedayê Mezin xêra we hemûyan binivîsê û dilovaniya Xwedê li koçkiriyên we yên hemû aliyek be."

    Bi heman mijarî:

    Erdogan bi rêya telefonê sersaxî ji Nêçîrvan Barzanî re xwest
    KCKê ji bo malbata Barzanî sersaxî xwest
    Cewad Zarîf ji bo Barzanî sersaxî xwest
    Ji bo Îdrîs Dilovan Barzanî peyamên sersaxiyê
    Birayê Nêçîrvan Barzanî jiyana xwe ji dest da
    Mesûd Barzanî peyamek weşand
    Etîketan:
    peyama spasiyê, Serokê berê yê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de