05:57 22 Nîsan 2018
    Referandûma Serxwebûna Kurdistanê - Keleha Kerkûkê

    Partiya Tirkmenan: Nabe ku pêşmerge vegere Kerkûkê

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Serokê Bereya Tirkmenî ya Iraqê Hesen Turan ragihand ku li gorî destûra Iraqê û biryara parlementoya Iraqê nabe ku Pêşmerge vegere Kerkûkê û deverên bi nakok.

    Hesen Cîgirê Serokê Bereya Tirkmenî ya Iraqê Turan di civîneke çapemeniyê de anî ziman ku li gorî biryara bi hejmara 58an ya Parlementoya Iraqê, nabe ku Pêşmerge vegere parêzgeha Kerkûkê û deverên bi nakok û li gorî biryara dosyeya ewlehiyê jî ew dever divê di destê hêzên federalî de bin.

    Turan parast ku vegera hêzên pêşmerge dê li deverên bi nakok bibe sedema pirsgirêkan û dê bandorê li ser lidarxistina hilbijartinan bike. Siyasetmedarê tirkmenî îdia kir ku piştî asayiş û yasa ji aliyê hikûmeta federalî ve hat pêkanîn, welatiyên wan deveran ji berê bêtir xwe di aramî û ewlehiyê de hîs dikin.

    Herwisa Hesen Turan diyar kir ku li gorî destûra Iraqê nabe ku pêşmerge li derveyî sînorê Herêma Kurdistanê belav bibin û hikûmeta Iraqê jî hebûna pêşmerge li deverên bi nakok naxwaze. Turan ligel vê yekê îdia kir ku hebûna hêzên pêşmerge ya li deverên bi nakok dê nehêle hilbijartin şefaf û paqij werin lidarxistin.

    Bi heman mijarî:

    Hêzên Pêşmerge kengî vedigerin Kerkûkê?
    PDK: Bêyî ala Kurdistanê em venagerin Kerkûkê
    ‘Amerîka û Herêma Kurdistanê li hev kir û Pêşmerge vedigere Kerkûkê'
    Amerîka hewl dide dîsa Pêşmerge vegerîne Kerkûkê
    Parlamentera Kurdistanê: Divê serkirdayetiya siyasî kiryarên Kerkûkê qebûl neke
    Talebanî: Em difikirin vegerin Kerkûkê
    Etîketan:
    Cîgirê Serokê Bereya Tirkmenî ya Iraqê, Hêzên Pêşmerge, Hesen Turan, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de