08:39 23 Nîsan 2018
    Sefîn Dizeyî

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê 9ê Nîsanê roja azadkirina Iraqê weke betlane ragihand

    © Foto: cabinet.gov.krd
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî eşkere kir ku biryar e 9ê Nîsanê roja azadkirina Iraqê ji destê rejîma Beesê weke betlanê hatiye ragihandin.

    Berdevkê Hikûmetê Dizeyî got: "Em ji hemwelatiyên xwoşewîst ên Herêma Kurdistanê re radigihînin, ku 9ê Nîsana 2018an bi boneya bîranîna azadiya Iraqê, li tevahiya sazî û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bêhnvedana fermî ye."

    Hêjayî gotinê ye ku roja 9ê Nîsana sala 2003an de û di encama operasyona Amerîka, Brîtanya û welatên hevpeymanan de, rejîma bees a Iraqê ya bi serokatiya Sedam Hiseyn bi tevahî hat hilweşandin û Iraq ji destê wê rejîmê rizgar bû. Hikûmeta Herêma Kurdistanê û xelkê Kurdistanê wê rojê weke roja azadkirina Iraqê bi nav dikin.

    Bi heman mijarî:

    Parlamenterê heyeta HDPê ji bo serdana Kurdistanê ji Spûtnîkê re axivî
    PDK: Bêyî ala Kurdistanê em venagerin Kerkûkê
    PKK: Efrîn dilê Kurdistanê ye û ji dagirkeran re namîne
    ‘Amerîka û Herêma Kurdistanê li hev kir û Pêşmerge vedigere Kerkûkê'
    Şandeke HDPê dawiya heftê serdana Herema Kurdistanê dike
    Dema propagandaya hilbijartinan a li Iraqê û Kurdistanê diyar bû
    Etîketan:
    Rizgarkirina Iraqê, Betlane, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de