02:33 25 Gulan 2018
    Heyeta HDPê û Mesûd Barzanî

    Parlamenterê heyeta HDPê ji bo serdana Kurdistanê ji Spûtnîkê re axivî

    © Foto : Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    0 20

    Heyeteke HDPê ku ji hevseroka partiyê Pervin Buldan, Parlamenterê Rihayê Osman Baydemir, Parlamenterê Amedê Îmam Taşçier û Feleknas Uca, Berdan Ozturk û Zeynep Boga pêk tê 6ê Nîsanê serdana Herêma Kurdistanê dike û dê bi rayedar û berpirsên siyasî re hevdîtinan pêk bîne.

    Parlamenterê HDPê yê Amedê ku di nava heyetê de cih digre Îmam Taşçier ji bo serdana xwe ya Herêma Kurdistanê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re axivî. Li gor Taşçier, armanca serdana heyeta Partiya Demokrata Gelan (HDP) bo Kurdistanê tifaqa yekîti ya navbera kurdan û sazkirina kongreya neteweyî ye. HDPê herî dawî Îlona 2016an serdana Kurdistanê kiribû.

    ‘ARMANCA SERDANÊ TIFAQA NAVA KURDAN Û KONGREYA NETEWEYÎ YE'

    Parlamenter Îmam Taşçier di axaftina xwe ya ji bo serdana HDPê ya Kurdistanê got: "Berê jî çend caran di nava partiyên kurd ên başûr û bakur de serdanên wiha çêbûne. Herî dawî heyeta HDPê bi serokatiya Selahattin Demirtaş di Îlona 2016an de serdana Kurdistanê kiribû û di serdanê de bi gelek rayedarên hikmî û bi kesayetiyên siyasî re hevdîtin pêk anî bûn. Piştî wê serdanê HDPê bûyerên girîng ên wek girtina Selahattin Demirtaş û parlamenterên din ku hê jî di bin guvaşan de derbas kir û lewma serdanên me bi derengî ketin. Armanca serdana me diyalog, avakirina tifaqa partiyên kurd û lidarxistina kongreya neteweyî ye."

    ‘KONGREYA NETEWEYÎ JI BO KURDAN GELEKÎ GIRÎNG E'

    Îmam Taşçier di berdewamiya axaftina xwe de got: "Kurd li Rojhilata Navîn di nava çar welatan de hatine perçekirin û li seranserê cihanê jî belav bûne. Ji bo têkiliya navbera kurdan diyalog lazim e û ev serdana me ya Kurdistanê jî di vê çarçoveyê de ye. Wek tê zanîn di sala 2013an de ji bo yêkîtiya navbera kurdan civîneke kongreya neteweyî hatibû lidarxistin û civîn ji ber hinek sedeman nîvco mabû. Ji bo, diyalog tifaqa nav mala kurdan û kongreya neteweyî serdanên wiha gelekî girîng in."

    ‘EM Ê BI HEMÛ PARTÎ Û KESAYETÊN SIYASÎ RE HEVDÎTINAN PÊK BÎNIN'

    Taşçier di dirêjiya axaftina xwe de behsa bernameya heyete kir û got: "Heyeta HDPê li Hewlêrê pêşî wê bi birêz Mesûd Barzanî, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û kesayetîn siyasî re du rojan wê hevdîtinan bike û paşî wê derbasî Silêmaniyê bibe û li wir jî dê bi rêvebirên siyasî yên partiya YNK, Tevgera Goran, Komelaya Îslamî, Yekgirtuya Îslamî, saziyên sivîl û civakî re danûstandinan bike. Wek min got hevdîtina me ji bo tifaq û yekîtiya nav mala kurdan e. Gelek milletên cihanê yên wek ereb û tirk digel ku het yek çend dewletên wan jî hene di nava xwe de yekîtî ava kirine. Em jî wek kurd dixwazin yekîtiya xwe ava bikin û kongreya neteweyî ku nîvco mabû temam bikin."

    Bi heman mijarî:

    Heyeta HDPê sibê serdana Kurdistanê dike
    Heyeta HDPê bi serokatiya Demirtaş gihîştin Almanyayê
    Heyeta HDPê çû serdana Nûnertiya Kurdistanê ya li Amerîkayê
    Heyeta DBP û HDPê diçe Cizîrê
    Heyeta HDPê û DBPê ber bi Nisêbînê ve bi rê ketin
    Etîketan:
    Goran, YNK, KDP, HDP, Îmam Taşçier, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de