05:40 22 Nîsan 2018
    Deriyê sînor

    Fermandar Zebarî: Deriyê sînor ê Sêmêlka vekiriye

    © REUTERS / Reuters TV
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Fermandeyê Pêşmerge û berpirsê Cepheyê Rojavayê Dîcleyê Babekir Zêbarî ragihand ku deriyê sînorî yê Sêmêlka vekirî ye.

    Wek tê zanîn duhî Hêza Çekdar a Tirkiyeyê hêrêma nêzîkî deriyê sînorî yê Sêmêlkayê topbaran kiribû û piştî topbaranê hatibû îdîakirin ku deriyê sînor hatiye girtin.

    Fermandarê Fermandeyê Pêşmerge û berpirsê Cepheyê Rojavayê Dîcleyê Babekir Zêbarî di axaftina xwe ya malpera fermî ya PDKê de mijara deriyê sînor zelal kir û got: "Nûçeyên ku dibêjin deriyê Sêmêlka hatiye girtin ne rast in. Niha rewş aram e û deriyê sînor ê Sêmêlka jî vekirî ye.

    Herwiha çavkaniyên YPGê li ser êrişa duhî ragihandibûn ku 2 karmendên asayişa PYDê birîndar bûne û 2 serbazên Tirkiyê jî hatine kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Milîtanan li sînor êrişî leşkeran kir: 4 parastvanên deriyê sînor hatin kuştin
    Deriyê sînor ji bo 4 rojan vedibe
    Îranê deriyê sînor ê Herêma Kurdistanê vekir
    Deriyê sînor piştî 5 salan dîsa vebû
    Şêwirmendê Barzanî radestkirina deriyê sînor derewand
    Herêma Kurdistanê: Îddiaya dewrkirina deriyê sînor red kir.
    Wezîr Tufenkçi: Ji bo deriyê sînor di nevbara me û Iraqê de hevahengî pêkhat
    Etîketan:
    Deriyê sînor ê Sêmêlka, Babekir Zebarî, Sûriye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de