18:30 20 Gulan 2018
    Kurdistan - Kerkûk

    PDK: Bêyî ala Kurdistanê em venagerin Kerkûkê

    © REUTERS / Ako Rasheed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Serokê Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah ragihand, heta ku ala Kurdistanê li Kerkûkê neyê hildan û qedexe ranebe ew wek partî venagerin Kerkûkê.

    Şaxewan Ebdullah ji televizyona Kurdistan24ê re derbarê vegera Kerkûkê de axivî û got ku heta qedexeya li ser ala Kurdistanê li Kerkûkê neyê rakirin û lihevkirineke fermî çênebe, ew rêxistina PDKê venakin.

    'PÊŞMERGE DERBASÎ KERKÛKÊ Û NAVÇEYÊN NAKOK NEBÛYE'

    Rayedarê PDKê li ser belavbûna hin nûçeyên derbarê ketina Pêşmerge ya nav Kerkûkê jî diyar kir ku ew nûçe nerast in û ti hêzeke Pêşmerge derbasî herêmên nakok yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê nebûne.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Pêwîst nake em li Sûriyê bimînin, em ê bi 'şirîkên herêmî' re bixebitin
    Li Amerîkayê balafira F-16 ket
    Facebookê agahiyên 87 milyon kesan bê ûsûl bikar anî
    Rûsyayê ji bo krîza Skrîpal ji KENYê daxwaza civînê kir
    Li Amedê polîsan dest danî ser pasteya 'kesk û sor û zer' a ji HDPê re diçû
    Dozgerê amerîkî ji rayedarê bankeya Tirkiyê re 15 sal ceza xwest
    Etîketan:
    Ala Kurdistanê, Kerkûk, İraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de