17:46 25 Gulan 2018
Li Kerkûkê hêzên Iraqî ala Kurdistanê tînin xwar

Hêzên Pêşmerge kengî vedigerin Kerkûkê?

© REUTERS /
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Ev demeke li ser nîqaş tê kirin ku hêzên Pêşmerge vegerin deverên piştî 16ê Cothmehê jê vekişiyabûn û ketibûn jêr kontrola hêzên Iraqî û Heşda Şeibî. Hinek rayedarên Kurdistanê dibêjin, dê li ser daxwaza Amerîkayê li demeke nêzîk vegerin, lê hinek jî dibêjin hîn ti rêkeftin û daxwazek nehatiye.

Li gor daxuyaniya Fermandarê Hêza 70 Cefer Şêx Mistefa ku rûdawê daye, Amerîka zextê li hikûmeta Iraqê dike ji bo vegera Pêşmerge daku di çarçoveya navenda operasyona taybet de ligel Iraqê kar bikin.

‘VEKIŞÎNA PÊŞMERGE DERXIST HOLÊ KU HÊZÊN IRAQÎ NIKARIN BIPARÊZIN'

Cefer Şêx Mistefa diyar kiriye ku bêyî Pêşmerge ewlehiya deverên nakokî nayê parastin, piştî vekişîna Pêşmerge derketiye holê ku hêzên Iraqî nikarin wan deveran kontrol bikin.

‘HEWLÊR RAZIYE PÊŞMERGE VEGERE'

Herwiha Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer jî daye zanîn ku Hewlêrê rizamendî nîşan daye ku Pêşmerge vegere û ligel hêzên Iraqê karê hevbeş bike:

"Hikûmeta Herêma Kurdistanê rizamendî nîşan daye ku ligel hêzên Iraqî em bi hevbeşî li deverên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bi hev re kar bikin. Wezareta Pêşmerge ligel du şandên bilind ên Amerîka û Brîtanyayê li ser rewşa ewlehiyê ya Iraqê bi giştî û li ser deverên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bi taybetî, ji hev cuda civiyan û di wê çarçoveyê de jî behsa vegera Pêşmerge hat kirin.

‘HÎN TI RÊKEFTIN ÇÊNEBÛYE Û DAXWAZEK NEHATIYE'

Li ser nîqaşên vegera pêşmerge bo Kerkûkê û deverên nakokî li ser heye, Serfermandarê Pêşmerge Cemal Êmînkî ji Sûpnîk Kurdistanê re ragihand ku "Ti rêkeftin di navbera hêzên pêşmerge û Iraqê de çênebûye û hîn ti daxwazeke bi vî awayî jî ji wan nehatiye kirin."

Başîqa
© REUTERS / Thaier Al-Sudani
Êmînkî li ser civîna bi rayedarên Amerîkî û Brîtanî jî ev agahî dabûn Spûtnîkê:

"Boçûna me ji bo wan ew bû; heta hêzên Pêşmerge venegerin wan deveran, ne piştgiriya hêzên Iraqê dikin ne jî navendên hevahengiyê vedikin. Bila biçin li gel Iraqê vê mijarê gotûbêj bikin. Ti civîneke me li gel Iraqê nebûye û ti rêkeftin jî çênebûye."

Bi heman mijarî:

'Dibe ku Iraq li Sûriyeyê dest bi operasyonê bike'
HSD dibe bi artêşa Iraqê re operasyoneke hevpar li dar bixe
Qesra Spî: Şerê li dijî DAIŞê bi lezgîn dawî dibe
Îran: Hevkariya bi Tirkiye, Rûsya û Sûriyê re dibe ku bibe mînak
Rûsya, Tirkiye û Îranê daxuyaniyeke hevpar da
Etîketan:
Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de