Serokkomarê kurd yê Iraqê Fuad Masûm di ser hewlên Tirkiyê yên di derbarê operasyonên di erdê Iraqê de bi rojnamevana el Heyatê re axivî. Masûm anî ziman ku "em bi fikar in tiştên li Efrînê qewimîn li Şingalê jî biqewimin." Masûm destnîşan kir ku şerê li hember DAIŞê li ber qedandinê ye lazim e Tirkiyê jî leşkerên xwe ji Başîqayê vekişîne, Tirkiye di meseleya bikaranîna axa Iraqê de xwe dispêre peymaneke ku bi Sedam re hatiyê kirin, lê ev peyman îro tu êdî bêhukm e.
Fuad Masûm got ku: Piştî PKK ji Şengalê vekişiya mafê tu hêzên biyanî tune ku erdê Iraqê îşgalê bike û operasyonan bike.
Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)