19:00 20 Nîsan 2018
    Deriyê sînor

    Ji ber topbarana Tirkiyeyê dêriyên Sêmêlka û Pêşxabûrê hat girtin

    © REUTERS / Reuters TV
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 03

    Hat ragihandin ku ji ber topbarana Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) dêriyên Sêmêlka û Pêşxabûrê hatin girtin.

    Li gor çavkaniyên herêmî artêşa Tirkiyeyê Zaxoya Herêma Kurdistanê topbaran kir û li gor agahiyan hinek guleyên topê li nêzî deriyên Pêşxabur û Sêmêlkayê ketine û bi awayekî demkî deriyên sînor hatine girtin.

    Fermandarê Eniya Rojavayê Dîcleyê Babekir Zebarî jî ragihand ku 10 topên hawanê li deriyên sînor ketine.

    Hêjayî gotinê ye ku di demên dawî de artêşa Tirkiyeyê piştî operasyona Efrînê êrişên xwe yên li hemberî Herêma Kurdistanê zêdetir kirine û herî dawî 4 hemwelatiyên kurd ku beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibûn di encama êrişeke hewayî de hatibûn kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Milîtanan li sînor êrişî leşkeran kir: 4 parastvanên deriyê sînor hatin kuştin
    Deriyê sînor ji bo 4 rojan vedibe
    Deriyê sînor piştî 5 salan dîsa vebû
    Şêwirmendê Barzanî radestkirina deriyê sînor derewand
    ‘Îran: Daxwaz were kirin em ê deriyê sînor vekin'
    Etîketan:
    Deriyê sînor ê Sêmêlka, kurdistan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de