14:52 22 Gulan 2018
    Endamê Serkirdatiya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê û Berpirsê Navenda Stratejî li Kurdistanê Ferîd Eseserd

    Ferîd Eseserd: Ti welat bi qasî Tirkiyê peyva terorê bikar nayîne

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 10

    Berpirsên dewleta tirk di hin daxuyaniyên xwe de dibêjin ku partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê yên li parêzgeha Silêmaniyê piştevaniya terorê dikin. Herwiha tê gotin ku ji ber wê sedemê Tirkiye hêla esmaniya balefirên xwe bo balefirgeha Silêmaniyê destpê nake anku venake.

    Sebaret vê mijarê û peywendiyên partiyên siyasî li Silêmaniyê û Tirkiye û bandora vê helwesta Tirkiye li ser rewşa parêzgehê Spûtnîk Kurdistanê hevdîtinek ligel Ferîd Eseserd Endamê Serkirdatiya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê û Berpirsê Navenda Stratejî li Kurdistanê saz kir.

    Ferîd Eseserd li ser sedema helwesta Tirkiyê ya pênasekirina terorê li dijî partiyên siyasî yên Silêmaniyê wiha axivî:

    "Hîç welatek bi qasî Tirkiyeyê peyva terorê bikar nayîne, Tirkiye teror bo xwendevan û mamostayên zanîngehê jî bikar tîne, her kes li dijî siyaseta hikumetê be yan jî rexne bike desthilata Enqerê guh nade ev kes kî û ser bi çi partiyekê yan jî çi ye, yekser bi terorîst dinasîne. Hûn baş dizanin ku siyaseta derve ya her welatekî renkvedana siyaseta navxweya wî welatî ye, di nav welat de hikumet çawa reftar dike li derve jî bi heman şêwe siyaset dike, ew nêrîn û boçûnên xwe ji hundirê veguhastiye bo derveya Tirkiye û li herêma Kurdistanê hin partiyên siyasî hene syasete xwe dikin û rexne jî ji hin syasetên turkyê hene û turkya yekem welate li hemû cîhanê partiyên siyasî li Silêmaniyê bi terorîst nas dike û tev cîhan jî reftarê ligel tev partiyên siyasî li herêma Kurdistanê dike bê cudahî û kes jî nabêje ev partî terorst in. Tenê Tirkiye nebe, ez bawerim ku Tirkiye şaşîtiyeke mezin dike û her Tirkiye wê zirarê bide li dawiyê."

    Bo çi Tirkiye hêla esmanî ligel Hewlêrê vekir ligel Silêmaniyê venekir?

    Ferîd Eseserd: Tirkiye hîç karteke din a fişarê di dest de nîne, tenê balefirgeha Silêmaniyê nebe, lê em bi fişar nizanin ji ber ku hîç kartêkirineke wiha xerab li ser parêzgeha Silêmaniyê nîne, em neçar nîne hîç sewdayekê li ser vê pirsê bikin û tenê peywendiyên aborî di navbera Tirkiye û parêzgeha Silêmaniyê de wê aloz bibin û her Tirkiye wê zirarê bike.

    Tirkiye gefan dixwe ku operasyoneke leşkerî bo devera Qendîlê destpê bike, YNK û partiyên siyasî li parêzgeha Silêmaniyê wê çi helwest hebe ji ber ku Qendîl jî di sînorê wê parêzgehê de ye?

    Ferîd Eseserd: Bi rastî ev pirsgirêke bêtir peywendiya wî bi hikumeta herêma Kurdistanê ve heye. Ev pirsgirêke dualî ye, yek têkdan anku binpêkirina serweriya herêmê ye du ya lraqê ye jî weku dewlet. Rast e sedemeke d yar heye ku Tirkiye her car dike behane xaka herêma Kurdistanê derbas dike, lê eger megirtî ew behane jî di destê Tirkiye de hebe yasaya navdewletî û urf û adetên cîrantiyê rê nadin Tirkiye bi keyfa serê xwe sînorên welatan derbas bike. Rast e li devera Qendîlê hin bingehên PKKê hene, lê em û Tirkiye baş dizanin ku ji Qendîlê êrişî ser Tirkiye nakin, di nav hundirê Tirkiyê de gerîla êriş dikene ser dewleta tirk û di rastî bingehên Qendîlê bingehên lojîstîkî ne û hîç kartêkirine li ser rewşa leşkeriya navxweya Tirkiyeyê nîne.

    Bi heman mijarî:

    Generalê Siûdî: Tekane rêya li ber Kurdan damezirandina Kurdistana mezin e
    Ji Trump bo vekişîna Sûriyeyê: Heke em bimînin divê fatoreya wê hûn bidin
    Ji CENTCOMê daxuyaniya YPG û HSDê: Şirîkên me yên sereke ne
    9 xwendekarên ji bo Efrînê hatin desteserkirin, hatin girtin
    Hesen Rûhanî gihîşt Enqereyê
    KCKê ji bo malbata Barzanî sersaxî xwest
    Serokê labaratwara leşkerî ya brîtanî: Me jêdera gaza Skrîpal jehrî kiribû piştrast nekir
    Etîketan:
    Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de