10:20 23 Nîsan 2018
    PKK - KCK - Abdullah Ocalan - Qendîl

    KCKê ji bo malbata Barzanî sersaxî xwest

    Sputnik
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Koma Civakên Kurdistanê(KCK) ji bo koça dawî ya Dilovan Îdrîs Barzanî peyameke sersaxiyê ji serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand.

    Koma Civakên Kurdistanê(KCK) ji bo koça dawî ya Dilovan Îdrîs Barzanî ji serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re peyameke sersaxiyê şand û di wê peyamê de dilgiranî û hevxemiya xwe anî ziman.

    KCKê di peyama xwe de ev tişt gotin:

    ""Rewanşad Dilovan Îdrîs Barzanî kesekî bi bandor bû di xebat û berxwedana gelê Kurd ya ji bo azadî û bidestxistina mafan. Herwisa karê wî yê sereke ew bû ku giringî dida dîrok, çand û nirxên siyasî yên Kurd. Ew her tim di xema komkirina bermayiyên rûfatên enfalkiriyan, bîreweriyan, belgeyan û nirxên qurbaniyên komkujiyên li dijî gelê Kurd de bû. Ji ber ku dizanîbû bi komkirina bîreweriyan dikare nirxên gel di dîrokê û dilê hemû kesan de bi zindî bihêle. Bi taybet di aliyê civakî de rewanşad li Başûrê Kurdistanê xwediyê gelek xizmetên mezin bû. Her ji ber wê em dubare dilgiranî û xema xwe radigihînin. Ji Xwedê dixwazin ku wî rewanşadî bixe ber dilovaniya xwe û em dubare sersaxiyê ji Nêçîrvan Barzanî û Mesûd Barzanî re dixwazin."

    Bi heman mijarî:

    Cewad Zarîf ji bo Barzanî sersaxî xwest
    Ji bo Îdrîs Dilovan Barzanî peyamên sersaxiyê
    Birayê Nêçîrvan Barzanî jiyana xwe ji dest da
    Mesûd Barzanî peyamek weşand
    Etîketan:
    peyama sersaxiyê, KCK, Dilovan Îdrîs Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de