01:11 26 Nîsan 2018
    Kurdistan - Kerkûk

    ‘Amerîka û Herêma Kurdistanê li hev kir û Pêşmerge vedigere Kerkûkê'

    © REUTERS / Ako Rasheed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku Amerîka û Herêma Kurdistanê ji bo vegera hêzên Peşmerge bo Kerkûk û navçeyên wê li hev kiriye. Li gor agahiyan hefteya pêşiya me Pêşmerge vedigere Kerkûkê.

    Berpirsê Yekgirtuya Îslamî yê Kerkûkê Ednan Seyîd di axaftina xwe ya BasNewsê de gotiye: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Amerîka li hev kirin û dê hefteya pêşiya hêzên Pêşmerge dê vegerin Kerkûkê. Her çi qas partiyên siyasî ji bo kampanyeya hilbijartinan li hev kiribin jî îhtîmale gengeşî derkeve û divê em ji vê re amade bin."

    Edanan Seyîd di berdewamiya axaftina xwe de dibêje: "Em nizanin bê milîsên Heşda Şeibî wê li Kerkûk û derdorên wê destûra kampanyeya hilbijartin a kurdan bide an na. Li Kerkûkê leşkerên girêdayî mezhebên şîî û sunî hene û girêdayî partiyên siyasî ne. Di dema hilbjartinê de pêwajoya ewlehiye dikeve talûkê, lewma divê hemû aliyên siyasî di nava hevkariyê de bin. Eger hevkarî neyê sazkirin dibe gengeşiyeke mezin pêk were."

    ‘VEGERA PÊŞMERGE BO KERKÛKÊ ŞERT E'

    Seyîd di dirêjiya axaftina xwe de got: "Lê milîsên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê wê nikaribe kampanyeya hilbijartinê asteng bike ji bo ku di encama hevdîtinên hêzên amerîkî û hikûmeta Kurdistanê de tê pêşbînikirin ku hefteya pêşiya me hêzên Pêşmerge bo ewlehiyê vegere Kerkûkê. Ji bo kampanyeya partî û pekhateyên kurdan vegera Pêşmerge bo bajêr şert e. Eger Pêşmerge venegere dibe gengeşî û pevçûnên cidî biqewimin."

    Bi heman mijarî:

    Sedir: Bila hêzên Seraya El Selam rêya Kerkûk-Bexdayê kontrol bikin
    YNK: Kerkûk hatiye dagirkirin
    Barzanî: Kerkûk dagîrkirî ye û ta rewşa wê asayî nebe em qebûl nakin
    Komela Îslamî: Hikûmeta Iraqê ji tawanên Kerkûk û Xurmatûyê berpirsyar e
    Bexdayê ji bo beşdarbûna înşaata xeta petrolê ya Kerkûk û Ceyhanê şirketên rûsî vexwendin
    Etîketan:
    Yekgirtuya Îslamî ya Kurdistanê, Ednan Seyîd, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de