01:12 26 Nîsan 2018
    Devera Kanî Masê li Herêma Kurdistanê û Çiyayên sînorê Tirkiyeyê

    ‘Artêşa Tirkiyeyê ji ber êrîşên PKKê li Kanî Masê nikare pêşde biçe’

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 60

    Ev demeke nûçeyên li ser ketina hêzên artêşa Tirkiyeyê bo Herêma Kurdistanê ya devera Kanî Masê têne belavkirin û derbarê pêşdeçûna wan hêzan de agahiyên cuda tên. Herwiha nûçeyên şer û pevçûnên navbera endamên PKKê û leşkerên tirk yên li wê herêmê, têne belavkirin.

    Li ser wan nûçeyên ketina nav xaka Herêma Kurdistanê ya leşkerên Tirkiyeyê û nêzîkbûna gundan Spûtnîk Kurdistanê pêdeçûnek kir.

    'TIRKIYE HEWL DIDE CADEYEKÊ ÇÊKE, PKK NAHÊLE'

    Li gor çavkaniyên Spûtnîk Kurdistanê, li herêma ku bûye qada şer di navbera PKK û artêşa tirk de, ev du sal in heman rageşî berdewam e û Tirkiye hewl dide li ser sînorê çiyayî yê navbera Herêma Kurdistanê cadeyekê çêbike ku ew jî bi êrîşên PKKê tê astengkirin.

    Devera Kanî Masê li Herêma Kurdistanê û Çiyayên sînorê Tirkiyeyê
    © Sputnik / Osman Başqalî
    Devera Kanî Masê li Herêma Kurdistanê û Çiyayên sînorê Tirkiyeyê

    ‘ARTÊŞA TIRKIYÊ SÎNORÊN KURDISTANÊ DERBAS NEKIRINE'

    Kadroyê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Kanî Masê Rêber Dêrşkî ji Spûtnîk Kurdistanê re li ser mijarê axivî û got, "Bi rastî li devera Kanî Masê hêzên tirk bi hîç awayekî ne ketine nava xaka Herêma Kurdistanê û sînor derbas nekirine. Tenê çend xal hene ew jî ji bo parastina pirojeya cadeyekê ye ku bo dema bêtir ji du salan e ji ber êrişên PKKê nikare wê projeyê li ser çiyayekî di nav xaka Tirkiyê de cîbicî bike."

    ‘ÊRÎŞÊN PKK GELEKÎ DIJWAR IN'

    Dêrşkî da xuyakirin, medya kurd hinekî şaş nûçe li ser devera Kanî Masê belav kirine û da zanîn, "Êrişên PKKê li devera Kanî Masê gelekî dijwar in û her tim rê li hember her pêşketineke artêşa tirk digirin û êrişan dikin ser."

    Bi heman mijarî:

    ‘Fransayê bi 4 balafiran 50 rayedarên leşkerî şandin Minbicê’
    'Balkêştirîn dapîra dinyayê'
    Ji Koşka Spî derbarê hevdîtina Pûtîn û Trump de daxuyanî
    Şopa keça Skrîpal di medya civakî de hat dîtin
    'Amerîkayê karwaneke leşkerî ya bi qasî kîlometreyekê şand Minbicê'
    Fermandarê amerîkî: Hîn gelek karê me li Sûriyê heye
    Ji bo Îdrîs Dilovan Barzanî peyamên sersaxiyê
    Etîketan:
    Kanê Masê, PKK, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de