06:26 21 Gulan 2018
    Dilovan Barzanî

    Ji bo Îdrîs Dilovan Barzanî peyamên sersaxiyê

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Piştî wefata birayê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û biraziyê Serokê Berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî Dilovan Îdrîs barzanî îro roja duşemê li bajarê Hewlêrê ji ber krîza dil di 52 saliya xwe de koça dawî kir, ji bo wefata Dilovan Îdris Barzanî peyamên sersaxiyê hatin dayîn.

    Derbarê vê mijarê de ofîsa Seroke berê yê Herêm Kurdistanê Mesûd Barzanî daxuyaniyek da. Daxuyaniya Barzanî ya sersaxyiê wiha ye:

    ‘ŞÎN Û TAZIYEYA DILOVAN ÎDRÎS BARZANÎ JI ROJA SÊŞEMÊ BO SÊ ROJAN DÊ LI SELAHEDÎNÊ BIRÊVE BIÇE'

    "Bi navê xwedayê bexşînde û mîhreban. Piştî koça dawî ya xwedê jê razî Dilovan Îdrîs Barzanî ya îro 02.04.2018ê, ji gel û civaka xoştevî ya Kurdistanê û hemû aliyekê re em radigehînin ku şîn û taziyeya xwedê jê razî Dilovan Îdrîs Barzanî ji roja sêşemê 03.04.2018ê ve bo sê rojan dê li bajarokê Selahedînê birêve biçe. Demên birêveçûna şînê ji sibeyan demjimêr 09:00 heta berî nîvro 12:00ê"

    EBADÎ JI BARZANÎ RE SERSAXÎ XWEST

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di peywendiyeke telefonî de ji ber koça dawî ya birayê wî Dilovan Îdrîs Barzanî sersaxî ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî xwest. Li gor daxuyaniya ofîsa Serokwêzîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Seokwezîrê Iraqê Ebadî ji bona koça dawî ya birayê Nêçîrvan Barzanî Dilovan Barzanî sersaxî jê re xwest. Ebadi bi rêya telefonê sersaxî xwest û got, "'Hêvîdarim xwedêyê mezin bi beheşta xwe ve xwedê jê razî şad bike û ev bibe xema dawî ya malbata Barzaniyan."

    YNKê SERSAXÎ LI BARZANIYAN KIR

    Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekitiya Niştimanê Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl jî derbarê wefata DiloVan Îdrîs Barzanî ji Barzaniyan re sersaxî xwest " Bi navê xudê yê mezin û dilovan. Bo birêz kak Mesûd Barzanî. Birêz kak Nêçîrvan Barzanî mixabin min nûçeya koça dawî ya kak Dilovan Idrîs Barzanî bihîst, ez dilgiran û xemgîn kirim, hêvîdarim ev yeke dawî nexweşiya malbata we be û xudayê mezin kak Idrîs Barzanî bi buhişta xwe şad bike."

    HDPê LI SER WEFATA DILOVAN BARZANÎ PEYAMEKE SERSAXIYÊ WEŞAND

    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi mebesta wefata birayê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Dilovan Îdrîs Barzanî peyameke sersaxiyê weşand. Di peyama sersaxiyê ya HDPê de ev tişt hatin gotin: ‘Em di xemgîniya bihîstina agahiya wefata Dilovan Îdrîs Barzanî de ne. Dilovan Îdrîs Barzanî ku nûnerê Serokatiya Kar û Barên Civakî bû, di têkoşîna Kurdên Başûr ya ji serê sedsalê heta a ji bo azadî û wekheviyê de xwedî roleke girîng bû. Xebatên wî yên ji bo tomarkirina travmayên bi serên Kurdên Başûr de hatine û herwiha tomarkirina kiryarên rejîma Baas yên li dijî Kurdan, nayên jibîrkirin. Xwedê rehma xwe li Dilovan Îdrîs Barzanî bike. Serê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurddistanê Nêçîrvan Barzanî, malbata Barzaniyan û gelê Kurd sax be."

    PAKê JI BO ÎDRÎS DILOVAN BARZANÎ SERSAXÎ XWEST

    Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik jî ji ber wefata Dilovan Îdrîs Barzanî peyameke sersaxiyê weşand. Di daxuyaniya PAKê de hat gotin, "Rêzdar Dilovan Îdrîs Barzanî çû ber dilovanîya xwedê. Rêzdar Dilovan Îdrîs Barzanî yê birayê Rêzdar Nêçirvan Barzanî, kurê nemir Îdrîs Barzanî, nevîyê Mele Mustafa Barzanî yê nemir, roja 02.04.2018n ji ber celteya dilî çû ber dilovanîya xwedê. Weke mirovekî ku ji nêz ve wî nas dikim, ez ji ber wefata rêzdar Kak Dilovan Barzanî gelekî xemgînim. Xwedê bi rehma xwe şad bike. Cîhê wî bihuşt be. Sersaxîyê ji Rêzdaran Mesûd Barzanî, Nêçirvan Barzanî, ji hemû malbata wan û ji gelê me re dixwazim."

    PDKSê jî JI BARZANÎ SERSAXÎ XWEST

    Polîtburoya PDK-Sê di peyama xwe de got: "Bi xemgînî nûçeya koçkirina kak Dilovan Îdrîs Barzanî bihîst, bi vê boneyê xemnak sersaxî û serxweşiyê li Serok Barzanî û Birêz Nêçîrvan Barzanî û tevahiya malbata Barzanî û tevahiya heval û camewerê PDKê dikin. Jidestdana kak Dilovan ziyaneke mezin bû."

    TEV-DEM: EM JI WE RE SERSAXIYÊ DIXWAZIN

    Herwiha Desteya Birêvebir a TEV-DEMê jî peyameke sersaxiyê ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir Barzanî re xwest: "Bi xemgînî me agahiya wefata birayê we rêzdar Dilovan Barzanî bihîst. Em bi êşa we bi were par ve dikin. Em ji were sersaxiyê dixwazin. Di heman demê de em sersaxiyê ji malbata we ya bi rumet re dixwazin. Em ji xweda dixwazin ku cihê birêz Dilovan buhişt be. "

    TIRKIYEYÊ JI BARZANÎ RE SERSAXÎ XWEST

    Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re pêwendiyeke telefonî danî. Çavuşoglu bi boneya koça dawî ya birayê wî Dilovan Barzanî sersaxî ji Nêçîrvan Barzanî re sersaxî xwast.

    Bi heman mijarî:

    Birayê Nêçîrvan Barzanî jiyana xwe ji dest da
    Mesûd Barzanî peyamek weşand
    Serokwezîr Barzanî: Beşek ji pirsgirêkan bi hewlên Kûbîs çareser bûn
    Serokê Hêzên Hevpeyman bi Barzanî re hevdîtin pêk anî
    Barzanî: Nabe axa Herêma Kurdistanê ji bo êrîşkirina li ser cîranan were bikaranîn
    Mesûd Barzanî: Nêzikbûna Hewlêr û Bexdayê girîng e
    Etîketan:
    Peyam, Wefat, Sersaxî, Dilovan Îdrîs Barzanî, Tirkiye, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de