00:55 21 Nîsan 2018
    Selîm Cibûrî

    Serokê Parlamentoyê destûr neda civîna Şingalê were lidarxistin

    © Sputnik / Sergey Mamontov
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    102

    Hat ragihandin ku Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî destûr neda civîna taybet a ji bo Şingal û gêfên hikûmeta Tirkiyeyê li parlamentoyê were lidarxistin.

    Parlamenterê kurd li Parlamentoya Iraqê Muhsîn Sedûn di axaftina xwe de ragihand bi taybetî me daxwaz kir û ji bo rewşa Şingalê û êrişên Tirkiyeyê yên ser herêmê guftugo bikin îmze komkirin, lê Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî destûr neda bo pêkhatina wê civînê."

    Muhsîn Sedûn di berdewamiya axaftina xwe de got: "Niha ji ber bêhnvedanê civînên Parlamentoya Iraqê rawestane û Serokê Parlamentoyê jî rê nade civînek wisa pêk were. Armanca me ew e civînek li ser rewşa Şingalê û gefên artêşa Tirkiyê yên ser wî bajarî bên gotûbêj kirin."

    Bi heman mijarî:

    Parlamentoya Iraqê piştî biryara bûdçeya Kurdistanê biryarek din wergirt
    Serokê Parlamentoya Iraqê: Daxwazên Kurdistanê hatin bicihanîn
    Parlamentoya Iraqê ceza li 3 parlamenterên kurd birî
    Parlamentoya Iraqê ji bo rakirina mueyideyên li ser Kurdistanê deng da
    Parlamentoya Iraqê dema hilbijartina giştî diyar kir
    Etîketan:
    Serokê Parlamentoya Iraqê, Muhsîn Sedûn, Şingal, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de