07:45 20 Nîsan 2018
    Mexmûr - Pêşmerge

    Rêya Mexmûr û Hewlêrê îro bi fermî vedibe

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku îro rêya sereke ya navçeya Mexmûr û Hewlêrê piştî 5 mehan bi fermî tê vekirin.

    Li gor çavkaniyên herêmî ku dispêrên Fermandeyê Hêzên Pêşmerge yê Eniya Mexmûr-Gîwerê Sîrwan Barzanî, îro rêya navbera navçeya Mexmûr û Hewlêrê tê vekirin.

    Fermandar Sîrwan Barzanî di axaftina xwe de ragihand ku bi berpirsên Iraqê re li ser vê mijarê civiyane û li hev kirine ku ev rê bê vekirin.

    Barzanî di axaftina xwe de ragihand ku ji aliyê Hewlêrê ti pirsgirêkek li ser vekirina wê rêyê nemane û ew li benda bersiva Bexdayê ne û niha aliyên Iraqî ragihandine ku îro bi fermî ev rê tê vekirin. Piştî bûyerên 16ê Cotmehê rêya sereke ya navbera Hewlêr-Mexmûr û Hewlêr-Kerkûkê hatibû girtin.

    Bi heman mijarî:

    Pêşmerge rêya navbera Hewlêr û Mexmûrê vekir
    Balafiran Çiyayê Qereçox ê Mexmûrê bombebaran kirin: 7 kuştî
    Qeymeqamê berê yê Mexmûrê: Ti hêz neketine nava Gîverê
    Iraq ji PDKê dixwaze bêyî şer du navçeyên Mexmûrê biterikîne
    Mexmûr: Berpirsê êrîşa Mexmûrê hikûmeta Bexdayê ye
    Li Mexmûrê êrîşa bombeyî: Kuştî û birîndar hene
    Etîketan:
    Rêya Mexmûr û Hewlêrê vedibe, Sîrwan Barzanî, Hewlêr, Mexmûr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de