18:49 20 Gulan 2018
    Xwepêşandanên li Silêmaniyê

    Wezareta Perwerdehiyê ya Kurdistanê hişyarî da mamsoteyan

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Îro careke din li parêzgeha Silêmaniyê û piraniya bajêr û devera wê hejmareke mamoste û karmandên hikûmeta herêmê dest bi xwepêşandanan kirine û holên xwandinê û saziyên hikûmetê boykot kirin.

    Hawarçûna Erdhejê - Kirmanşan
    © AP Photo / Pouria Pakizeh/ISNA
    Ji ber berdewamiya xwepêşandan û boykotkirina dibistanên li parêzgeha Silêmaniyê, Helebce û devera Germiyan û Raperînê Wezîrê Perwerdehiyê yê Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq îro roja yekşemê civîneke rojnamegeran li dar xist û têde hişyarî da mamosteyan. Her wisa Sadiq daxuyand ku eger rewş wisa li parêzgeha Silêmaniyê berdewam bike û mamoste her xwepêşandanan li dar bixin û boykota dibistanan berdewam bikin, dibe ku Wezareta Perwerdehiyê li dijî wan mamosteyan biryarekê derxîne.

    Herwisa wezîrê perwerdehiyê got, rast e, erka mamostyan giran e, lê hikûmeta herêmê biryara kêmkirina paşkeftkirina mûçeyên wan wergirtiye û dema xwendina îsal gelekî nemaye, pêwîste mamoste vê yekê li ber çavan bigirin û pêşeroja xwendevanan heder nekin.

    Tê gotin ku piştî biryara kêmkirina paşkeftnekirina mûçeyên karmendên herêmê ji aliyê hikûmetê ve xwepêşandan li herdû parêzgehên Hewlêr û Dihokê nemaye û tenê li parêzgeha Silêmaniyê berdewamî heye.

    Bi heman mijarî:

    YNK: Di protestoyên Kurdistanê de destdirêjiya partiyan hebû
    'Me êrîşa dijwar a li ser Kurdistanê li pey xwe hişt'
    ji xwezaya deverên herema Kurdistanê û Sîdekanê çend wêne
    'Hêzên Tirkiyeyê 15-17 km ketine nava axa Herêma Kurdistanê'
    Berpirsê YNKê: Tirkiye dixwaze Herêma Kurdistanê bike 2 parçe
    Etîketan:
    Wezîrê Perwerde yê Herêma Kurdistanê, Piştîwan Sadiq, Silêmanî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de