21:25 24 Nîsan 2018
    Xwezaya Nahiyeya Sîdekanê

    Li Amediyê di navbera PKK û artêşa tirk de şerekî dijwar qewimî

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Şevê din li gundê Dêrişkê yê bi ser nehiyeya Kanî Masê ya devera Amediyê şerekî dijwar di navbera endamên PKKê û leşkerên artêşa Tirkiyeyê de rû da. Berpirsê YNKê yê li herêmê derbarê wî şerî de agahî dan Spûtnîk Kurdistanê.

    Berpirsê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) li wê deverê ku nexwest navê xwe bide ji Spûtnîk Kurdistanê re got, "Ev demek e dirêj e PKKyî êrîşî ser binkeyên artêşa Tirkiyeyê dikin ku hinekî ketine nav xaka Herêma Kurdistanê."

    Berpirsê YNKê li ser qewimîna şerê şevê din diyar kir ku şer li nêzî gundê Dêrişkê yê bi ser nehiyeya Kanî Masê ya girêdayî Amediyê rû daye û wiha axivî:

    "Artêşa tirk çar zalgeh û xalên lêkolînê li nêzî gundê Dêrişkê çêkirine û topên mezin lê hene û deverê topbaran dikin."

    Hêjayî gotinê ye, heta niha ziyanên herdu aliyan di şerê qewimiye de nehatine zanîn.

    Gundê Dêrişkê yê şer lê rû daye dikeve devera Berwarî Bala ya li sînorê navçeya Amediyê ku girêdayî parêzgeha Duhokê ye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Wezareta Perwerdehiyê ya Kurdistanê hişyarî da mamsoteyan
    Li Kirmanşanê erdhej çêbû
    Balafira pêşîn ya ku dîplomatên rûsî ji Amerîkayê tîne, gihîşt Moskowê
    Sedir: Bila hêzên Seraya El Selam rêya Kerkûk-Bexdayê kontrol bikin
    ‘Malbatên ereb ên ji Xûtayê hatine tehlîyekirin li Efrînê hatin bicihkirin’
    Rûsya: Hemû milîtanên Feylaq el Rahman ji Xûtaya Rojhilat hatin tehliyekirin
    Etîketan:
    Kurdistan, Tirkiye, PKK, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de