01:31 24 Gulan 2018
    Sîdekan-Kurdistan

    'Rewşa aboriya devera Sîdekanê piştî ketina artêşa tirk nebaş bû ye'

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Tevahiya niştecihên devera Sîdekanê ji ketina artêşa tirk ya heremê ditirsin ku dewleta tirk wê heremê dagir bike û mayinde be. Hin hemwelatî jî dibêjin, ji ber ketina artêşa tirk ya heremê aboriya wan têkçûye û kar nema ye, çûn û hatina wan sînordar bû ye.

    Çalakvanê Civakî Eskender Reşîd ji Sputnik Kurdistanê re derbarê ketina artêşa Tirkiyeyê ya herema Sîdekanê de axivî û got: " Ez bawerim li ser gerîllayên PKKê artêşa tirk niha êrîşa bi firokeyan nake, lê bi dehan welatiyên sivîl li gundê devera Biradostê bi bombebarankirina firokeyan kuştin."

    Reşîd da zanîn ku artêşa Tirkiyeyê li Şêladze û Qendîlê jî welatîyên sivîl kuştine. Reşîd wiha dewam kir: " Tirkiye di dîroka xwe de kurdan wek dijmin dibîne, em gellekî ji hatina artêşa Tirkiyeyê ditirsin, ji ber ku kevneşopiyek dewleta Tirkiyeyê ew e ku cihê ku ketê di nav de dimîne û dernakeve."

    Herwiha hemwelatî Saman Biradostî derbarê mijarê de dibêje ku: "Bi rastî ligel hatina artêşa tirk bo aboriya devera me nebaş bû, ji ber ku karê me nema ye. Beriya niha me karê bazirganiyê dikir li gel Bakurê Kurdistanê, lê niha artêşa tirk rê li ber bazirganiya me digre û nahêle ti kes nêzî senger û qereqolên wan bibin."

    Niştecihên herêmê ji ber nebaşbûna aboriya heremê û tunebûna kar ji ketina heremê ya artêşa Tirkiyeyê gilîdar in û dibêjin wek berê çûn û hatina me nema dibe û sînordar bû ye, em ji firokeyan ditirsin ku bombeyan li ser me biteqînin û ji xwe ji dengê wan jî rehetsizin.

    Bi heman mijarî:

    Balafirên şer ê Tirkiyeyê dîsa herêma Sîdekan bombebaran kirin
    Kurdistan: Tu carî têkiliyên me bi Tirkiyeyê re qut nebûne
    'Kurdistan nêzîkî Îranê dibe û dûrî Tirkiyeyê dikeve'
    Tan: Rêxistinên kurdan digotin, pêşiyê Kurdistan, paşê kurdî lê ev dûrê rastiyê bû
    Etîketan:
    dagirkerî, êrîş, Bombebaran, Artêşa Tirkiyeyê, Sîdekan, Eskender Reşîd, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de