10:19 23 Nîsan 2018
    Xwepêşandan-hewlêr-

    YNK: Di protestoyên Kurdistanê de destdirêjiya partiyan hebû

    © Sputnik / Osman Başkali
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Endamê polîtbûroya siyasî ya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar di peyama xwe de ragihand ku di protestoyên Kurdistanê de destdirêjiya partiyan hebû.

    Endamê polîtbûroya siyasî ya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar di peyama xwe de ragihand ku biryara hikûmetê pir girîng bû û di protestoyên Kurdistanê de destdirêjiya partiyan hebû.

    Mela Bextiyar li ser hisabê xwe yê medya civakî peyamek weşand û got: " Krîza aborî tenê ne li Kurdistanê çêbûye, Amerîka 800 milyar dolaran deyndar e. Iraq salane 7 milyar dolar deyn ji banka navnetewî distîne. Misir û Urdin n eji alîkariya Amerîka û dewletên kendawê bin nikarin xwe îdare bikin. Herwiha Yûnanîstanê 300 milyar dolar deyn ji banka navnetewî wergirt."

    Bextiyar bêyî ku navê şexs û partiyan bide di berdewamiya peyama xwe de got: "Di protestoyên çend roj berê yên li Kurdistanê de hinek partiyan destdirêjî kir û xwestin meseleye aloz bikin. Eger kabîneya niha ya hikûmeta Kurdistanê û ya berê xwedî plan û bingehê aborî danîbûna dê bikarîba baştir xwe ragirtiba."

    Bi heman mijarî:

    Li Îranê operasyona Efrînê bi girseyî hat protesto kirin
    Li Dallasê êrîşên ser Efrînê hatin protesto kirin
    HDPê li ber girtîgehê cilên yekreng protesto kir
    YNK: Divê sînorek ji êrîşên Tirkiyeyê re were danîn
    YNK: Kosret Resûl û Hêro Talebanî name ji hev re nenivîsandine
    Etîketan:
    Protestoyên Kurdistanê, YNK, Mela Bextiyar, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de