22:10 19 Nîsan 2018
    Mihemed Hacî Osman

    Parlamenterê kurd: Ji bo bicihanîna Destûra Bingehîn a Iraqê Amerîka dixebite

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Parlamenterê kurd ê Parlamentoya Iraqê ji Spûtnîk Kurdistanê re ragihand ku du roj berê nûnerên kurd bi pêşengiya Amerîkayê bi berpirsên hikêmeta navendî yên Iraqê re ji bo madeya 140emîn civînek li dar xistin.

    Parlamenterê kurd ê Parlamentoya Iraqê ragihand ku du roj berê nûnerên kurd bi pêşengiya Amerîkayê bi berpirsên hikêmeta navendî yên Iraqê re ji bo madeya 140emîn civînek li dar xistin û di civînê de vegera hêzên Pêşmerge bo Kerkûk û herêmên nakok hat nirxandin.

    Mihemed Hacî Osman perlemantarê kurd ê kerkûkê ku tevlî civînan bibû ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re got: "Duhî û pêr bi peşengiya Amerîkayê heyeteke kurd ku nûneratiya deverên madeya 140 ya destûra lraqê dikir ligel şandeke hikûmeta lraqê civîn li dar xistin û di civînê tekez li ser vegera hêza pêşmergeyên Kurdistanê bo kerkûk û herêmên nakok hat nirxandin."

    Hacî Osman di berdewamiya axaftina xwe de got: "Amerîka hewl dide Destûra Bingehîn a lraqê bi taybetî madeya 140emîn bi cih bîne. Amerîka dixwaze ji bo kerkûk û herêmên nakok îdareyeke hevbeş ava bike û îdareya herdu aliyan were birêvebirin."

    Osman di dirêjiya axaftina xwe de got: "Bûyerên dawî ku li Kerkûk û herêmên din qewimîn bi Amerîkayê da zanîn ku bêyî hêzên Pêşmerge ewlehî û aramiya navçeyê nayê sazkirin."

    Bi heman mijarî:

    'Me êrîşa dijwar a li ser Kurdistanê li pey xwe hişt'
    ji xwezaya deverên herema Kurdistanê û Sîdekanê çend wêne
    'Hêzên Tirkiyeyê 15-17 km ketine nava axa Herêma Kurdistanê'
    Parlamentera Kurdistanê: Divê serkirdayetiya siyasî kiryarên Kerkûkê qebûl neke
    Herêma Kurdistanê rojane çend bermîl petrol difroşe?
    Etîketan:
    Heyetaa Kurdistan û Iraqê, Mihemed Hacî Osman, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de