14:46 19 Nîsan 2018
    Partidarios del referéndum en el Kurdistán iraquí

    Fîlozofê navdar: Eger temenê min têrê bike ez ê Kurdistana serbixwe bibînim

    © REUTERS / Ako Rasheed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 40

    Fîlozofê navdar ê frensî Bernard Henry Levy di axaftina xwe de ragihand ku ez bawerim wê Kurdistan serbixwe bibe û eger temenê min têrê bike ez ê vê bi çavê xwe bibînim.

    Fîlozofê navdar ê frensî li Parîsê di axaftina xwe ya konferansa ‘Piştî DAIŞê Kurdistan' de got: "Guman tunene ku dostanî û têkiliyên kurd û frensiyan bi Danielle Mitterand destpêkirin û her diçe xurttir dibin. Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li Rojhilata Navîn dê piştgiriya xwe ya kurdan dewam bike. Fransa ji hêla leşkerî ve dewleteke mezin e û divê di parastina kurdan de erka xwe bi cih bîne."

    Bernard Henry Levy di berdewamiya axaftina xwe de got: "Bi rêvebiriya Kurdistanê re têkiliyên min ê baş hene. Xelkê Kurdistanê bila baş bizanibe eger serxwebûnê bixwazin divê ew bixwe bikin. Kurdistan wê serxwebûna xwe bi dest bixe, lê hinek dem jê re divê."

    Henry Levy di dirêjiya axaftina xwe de got: "Kurd berê ji neçarî xwe dispartin çiyayan, lê niha çiyayan daketin, serok û fermandarên wan hêja hene. Kurd ji bo serxwebûnê xwediyê îradeyeke mezin in, eger temenê min têr bike ez ê serxwebûna Kurdistanê bibînim."

    Bi heman mijarî:

    Fîlozofê navdar: Ez xwe wek mîsyonerekî kurd dibinim
    Fîlozofê navdar: Kurd nûnerê rastî û edaletê ne
    Fîlozofê fransî fîlma xwe ya bi navê Pêşmerge li navenda NY nîşan dide
    Fîlozofê frensî: Piştgiriya serxwebûna Kurdistanê deyne li ser me
    Fîlozofê fransizî:'Reqqa jî di nav de wê dewlete kurdî ava bibe'
    Etîketan:
    Fîlozofê navdar ê frensî, Bernard Henry Levy, Fransa, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de