14:48 19 Nîsan 2018
    Referandum - Kurdistan

    'Me êrîşa dijwar a li ser Kurdistanê li pey xwe hişt'

    © REUTERS / Ari Jalal
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 02

    Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên di konferansa Kurdistan Piştî DAIŞê de ku li paytexta Fransayê Parîsê hat lidarxistin gotarek pêşkeş kir.

    Pêşmergeyên PDK-Î û Mistefa Hicrî
    © Sputnik / Ekrem Altun
    Hûsên siza, dorpêç û êrîşên piştî referandûma serxwebûnê ya 25ê Îlona 2017an bibîr xist û got, di nav 6 mehên dawî de êrîşên gelekî dijwar bi ser Kurdistanê de hatine, lê wan ev pêvajo bi selametî derbas kiriye.

    Husên di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa deverên nakok ên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û ragihand, ji ber rewşa nakorî û nebûna derfetan di hilbijartinên Iraqê de, Kurd dê nêzîkî 10 kursiyan li wan deveran ji dest bidin.

    'LI ŞÛNA 63 KURSIYAN EM Ê BI 50 KURSIYAN BIÇIN IRAQÊ'

    "Em dizanin ku em dikarin hinek kursî bi dest bixin û dizanin ku niha 63 kursiyên me li parlementoya Iraqê hene. Li gor min di hilbijartinên dahatû de dibe ku em nêzîkî 10 kursî ji dest bidin. Ev jî ji ber wan guhertinan e ku di deverên nakokî de pêk hatine. Heta niha jî gelek zehmet e partiyên Kurdî li wan deveran çalak bin, ango bêguman em ê hinek kursî li wan deveran ji dest bidin, lê di parlementoya dahatû ya Iraqê de dê nêzîkî 50 kursiyên me hebin."

    Husên herwiha got, "Kurd dikarin bibin yek ji blokên sereke yên di parlementoya Iraqê de."

    Bi heman mijarî:

    Li nêzî Minbicê êrîşî Hevpeymaniyê hat kirin: Leşkerekî ingilîz û yekî amerîkî mir
    HSD: Haya me ji plana vekişandina Amerîkayê ji Sûriyeyê tune ye
    Kujerê pêşmerge kurê wî derket
    Li Edenê rojnamgerek jî di nav de zêdetirî 30 kesî hatin desteserkirin
    Serokwezîrê tirk: Amerîka û Fransa li Sûriyeyê cih bi hev diguherin
    Çavuşoglu bi Lavrovî re peywendî danî
    Fermandarên amerîkî yên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê çawa rewşê dinirxînin?
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de