17:30 24 Nîsan 2018
    Mistefa Hicrî serokê PDK-Î

    Peşmergeyekî PDKÎyê li Soranê di encama êrişa çekdarî de hat kuştin

    © Sputnik / Ekrem Altun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku pêşmergeyekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) li navçeya Soran a Hewlêrê di encama êrişeke çekdarî de canê xwe ji dest da.

    Li gor zanyariyên berdest, pêşmergeyekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) bi navê Ehmed Mîr Ehmedî ku ji herêma Nexedê bû li navçeya Soran a Hewlêrê di encama êrişeke çekdarî de canê xwe ji dest da. Li gor nûçeya malpera Rûdawê bûyer berê dibehê seet li derdora 06:00an qewimiye.

    Herwiha pêşmergeyekî PDKÎyê ku nêzî malbata Ehmedî ye di axaftina xwe de dibêje: "Ehmed ji xelkê Nexede yê Rojhilatê Kurdistanê ye û mala wî li bajarokê Daretû ya Hewlêrê ye. Bi serdanekê çûbû Soran û li wê derê rastî êrişeke çekdarî hatiye û canê xwe ji dest daye."

    Berdevkê Polîsê Soran Hawar Erguşî ragihand ku çend gule li laşê Ehmedî ketine û termê wî ji bo kontrola tiba edlî hat veguhestin. Ehmedî sala 1964an ji dayîk bûye û 40 sal e ku Pêşmergeyê PDKÎyê ye û sê caran ji aliyê Îranê ve hatiye girtin. Li gor agahiyan wê termê Ehmedî li Goristana Şehîdan a navçeya Koyê were veşartin.

    Hêjayî gotinê ye ku peşmergeyekî pîle bilind ê Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) Qadir Qadirî jî di 7ê Adarê de li navçeya Balîsan di êrişêke çekdarî de canê xwe ji dest dabû û HDKê jî ji bo kuştina Qadirî Îranê tometbar kiribû.

    Bi heman mijarî:

    PDKî: Eyloyên Zagrosê operasyonek li dijî pasdarên Îranê pêk anî
    PDKÎ: Êrişa ser Efrînê êrişeke hovane ye
    PDKÎ: Îran hejmara kuştî, girtî û birîndaran rast eşkere nake
    PDKÎ: Pasdarên Îranê û hêzên iraqî nêzîkî kampa me dibin
    PDKÎ: Pêşmergeyên me li ser sînor in
    Etîketan:
    PDKÎ, Ehmed Mîr Ehmedî, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de