18:28 19 Nîsan 2018
    Sivîlên Mûsilê

    ‘Kurd û mesihî ji tirsa newêrin vegerin'

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Li gor daxuyaniya Cîgirê Waliyê Mûsilê Ebdulqadir Şingalî, heta niha ne kurd û ne jî mesîhî venegeriyane Mûsilê tenê ereb vegeriyane.

    iştî şerê rêxistina terorîst a DAIŞê beşek mezin ji xelkê Mûsilê bi taybet kurd û mesîhî koçber bibûn. Cîgirê Waliyê Mûsilê Ebdulqadir Şingalî ragihand ku li Mûsilê yên ku herî zêde ji ber şerê DAIŞê mexdûr bûne, mesîhî û kurdên êzîdî û şebek in.

    Ebdulqadir Şingalî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Piştî ku Mûsil hat azadkirin beşek ji erebên bajêr vegeriyan û heta niha jî vegera wan didome lê hîn kurd û mesîhiyên bajêr venegeriyane ser cih û warên xwe.Eger kurd û mesîhî vegerin bajêr jî mîna berê nikarin bi hêsanî bijîn, şert û mercên jiyanê li Mûsilê bo kurdan û mesîhiyan gelekî zehmet bûye."

    Ji aliyê din ve berpirsê saziya Şilomo ya mesîhiyên Mûsilê, Xalis Îşo jî dibêje: "Di vî 10 salên borî de gelek karesatî hatin serê mesîhiyan û herî dawî jî DAIŞê ziyanek mezin gihand wan. Êdî mesihî tirsiyane û nawêrin vegerin Mûsilê."

    Bi heman mijarî:

    Li Qamişloyê di navbera YPG û milîsên mesihî de şer derket
    Mesihî dixwazin vegerin ser Herêma Kurdistanê
    ‘Mesihî ji tirsa çekdarên Heşdî Şebî nikarin vegerin cihê xwe'
    Waliyê Mûsilê: Herêma ku PKKê valakiriye di bin xetereyê de ye
    Li Mûsilê 20 DAIŞî hatin desteserkirin
    Etîketan:
    DAIŞ, Ebdulqadir Şingalî, Mûsil, kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de