17:40 22 Nîsan 2018
    Mexmûr - Pêşmerge

    Pêşmerge rêya navbera Hewlêr û Mexmûrê vekir

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Qeymeqamtiya Mexmûrê bi daxuyaniyekê ragihand ku bi biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêya navbera Hewlêr û Mexmûrê hatiye vekirin.

    Qeymeqamtiya Mexmûrê da xuyakirin: "Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi biryara hikûmetê rêya Hewlêr û Mexmûrê ji çûnûhatina hemwelatiyan re vekiriye, lê heta niha hêzên Iraqê ji aliyê xwe ve ew rê venekirine."

    Li gor zanyariyên Spûtnîk Kurdistanê rêya Hewlêr û Mexmûrê ji aliyê polîsên federal ên Iraqê ve tê kontrolkirin ku ew jî niha li benda biryara Bexdayê ne rê ji aliyê wan ve were vekirin.

    Rêya Mexmûr û Hewlêrê piştî kontrolkirina Kerkûkê û çend deverên wekî Mexmûrê li 16ê Cotmeha 2017an û rûdana şer di navbera hêzên Iraqê, Heşda Şeibî û Pêşmergeyan de hatibû girtin.

    Bi heman mijarî:

    Kevneşopîya hezar salan: Ser Hivde
    Lavrov: Bêyî kurdan li Sûriyeyê çareserî nabe
    Rûsya: Konsulxaneya Amerîkayê ya St. Petersburgê tê girtin û 60 dîplomat dersînor dibin
    Lavrov: Pûtîn, Erdogan û Rûhanî dê sepandina peymanên Astanayê gotûbêj bikin
    Qesra Spî: Dersînorkirina dîplomatan bandorê li ihtimala civîna Trump û Pûtînî nake
    Jinek di dema emeliyata mêjî de şiyar ma û li flûta xwe xist
    Rûsyayê hinek qurbaniyên Kemerovoyê spartine axê
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de