17:40 22 Nîsan 2018
    Kevneşopîya hezar salan: Ser Hivde

    Kevneşopîya hezar salan: Ser Hivde

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 20

    Li navçeya Farqinê a Amedê Şênayiya Ser Hivde ku bi hezar salane tê li darxistin bi dimenên rengîn hat pêşwazî kirin. Şahiyê 3 roj 3 şevan berdewam kir.

    Li navçeya Farqinê ya Amedê her sal li herêma Badika li gundê Emerka bi hezar sala ne şahiya bi navê Ser Hivde tê li darxistin. Ev ziyaret li herêma Badika, di navbera Kemûkê û Aliya de ye. Şênayî navê xwe ji bûyereke dîrokî digire. Bêtir bi navê "Ser Hivde" tê nasîn. Tê gotin ku bi hezar salan berê li wê heremê ciwanê bi navê Meaz Bin Cebel ku bi navê "Kurê pirê" tê nasîn di şeva daweta xwe de diçe şer. Ev kes di şer de jiyana xwe ji dest dide û li wê heremê tê veşartin. Her wiha li gorî salnameya kurdan her sal di 17ê Adarê de ya ku şeva daweta wî kesî bû, li wir şênayî têne li darxistin û navê xwe jî ji wir digire. Loma jî her sal di 17ê adarê de, bi hezaran kes diçûne ser vê ziyaretê û ziyaret dibû mîna festîvalekê.

    Kevneşopîya hezar salan: Ser Hivde
    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Kevneşopîya hezar salan: Ser Hivde

    3 ROJ Û 3 ŞEV BERDEWAM DIKE

    Kesên diçin Ser Hivde, piştî serdana mezelê şêx, şahiyê dikin, govend û lîstikên cûr bi cur dilîzin, qurbanan ser jê dikin û keç û xort li wir hev du dibînin, bi hev şa dibin. Gelek keç û xort wê rojê ji ser ziyaretê bi hev re direvin. Paşê dibe qiyamet, heytehol lê mîna agirê kayê, zû vedimire û şahî didome, ta ku deng û hewara reva keç û xortekî din bibe. Kesên diçin Ser Hivde, piştî serdana mezelê şêx, şahiyê dikin, govendandigrin û weke pêşbirka hespan û lîstikên cûr bi cûr dilîzin, qurbanan ser jê dikin û keç û xort li wir hev du dibînin. Şênayî 3 roj û 3 şevan berdewam dike.

    Kevneşopîya hezar salan: Ser Hivde
    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Kevneşopîya hezar salan: Ser Hivde

    Kelapozreş-2
    © Sputnik / Sertaç Kayar
    ŞAHÎ BI DAWÎ BÛ

    Îsal jî bi hezaran kes ji bajarên weke Şirnex, Batman, Sêrt, Amed, Mêrdîn û navçeyên van bajaran çûn Ser Hivde. Di roja dawî de welatiyan mûmik pê xistin û ji bo daxwazên xwe li daran kinc girêdan. Di roja dawîn de kesên tên bi hineya ku bi xwe re tînin destê xwe hine dikin.

    Bi heman mijarî:

    Li Amedê êrîşî peykerê mafên mirovan kirin
    Li 37 gund û mezrayên Amedê qedexe hat ragihandin
    Li Amedê erdhej pêk hat
    Li Amedê şevbuhêrka kevoka herî xweşik hat lidarxistin
    Xwendekarên Amedê ji bo çareserkirina pirsgirêka avê ya Efrîkayê avê difiroşin
    Li Amedê Hevserokê SESê û Odeya Tebîban hatin desteserkirin
    Li Amedê êrişî wesayîta leşker têdebûn kirin: 2 kuştî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de