10:20 23 Nîsan 2018
    Kerkûk

    Talebanî: Em difikirin vegerin Kerkûkê

    © AFP 2018 / Marwan IBRAHIM
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mehmûd Muhammed ragihand ku ji bo herêmên bi nîqaş ên Kerkûk û derdorên wê di navbera Hewlêr û Bexdayê de hevdîtin pêk tên.

    Berdevkê PDKê Mehmûd di axaftina xwe de got: "Hevdîtinên navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê bi şertê sepandina madeya 140emîn û vegera herêmê ya berî bûyerên 16ê Cotmehê pêk tên."

    Herwiha Serokê Meclisa Bajarê Kerkûkê Rêbwar Talebanî di serdana xwe ya Meclîsa Bajarê Hewlêrê de got: "Gavên Herêma Kurdistanê ku têne avêtin ji bo çareseriya bûyerên 16ê Cotmehê û pirsgirêka navbera Hewlêr û Bexdayê ne."

    Rêbwar Talebanî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Eger rêvebirên Bexdayê madeya 14emîn a Destûra Bingehîn bide sepandin wê hemû pirsgirêk jî çareser bibin. Em jî wek gava pêşî difikirin ku xwebatên xwe li Kerkûkê berdewam bikin."

    Bi heman mijarî:

    YNK: Kerkûk hatiye dagirkirin
    Barzanî: Kerkûk dagîrkirî ye û ta rewşa wê asayî nebe em qebûl nakin
    ‘Kerkûk ji Kurdistanê nayê qutkirin'
    Mehmud Sengawî: Erebkirina niha li Kerkûk û Germiyan dibe, di rejîma Beas de nebuye
    Etîketan:
    Seroka Meclîsa Bajarê Kerkûkê, PDK, Mehmûd Muhammed, Rêbwar Talebanî, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de