06:00 20 Nîsan 2018
    Referandûma Serxwebûna Kurdistanê - Keleha Kerkûkê

    Berpirsê YNKê: Tirkiye dixwaze Herêma Kurdistanê bike 2 parçe

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Berpirsekî YNKê diyar kir ku dewleta tirk bi riya astengkirina geşta asmanî ya Balafirxaneya Silêmanî di navbera xelkê Herêma Kurdistanê de fitneyê derxîne û dixwaze Herêma Kurdistanê parçe bike.

    Li gorî ajansa îranî ya Mehrê çapemeniya Iraqê ragihandiye ku yek ji berpirsên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Xiyas Sûrcî got, dewleta tirk dixwaze Herêma Kurdistanê wekî birêveberiya Silêmanî û Hewlêr bike 2 parçeyan.

    Sûrcî herwisa anî ziman ku Tirkiye bi yekê dixwaze Herêma Kurdistanê lawaz bike û loma jî firînên asmanî yên ji bo Balafirxaneya Silêmanî asteng dike.

    Xiyas Sûrcî li ser vekişîna hêzên PKKê yên li Şingalê jî got, hemû hêzên PKKê ji Şingalê vekişiyane û kesekî ji wan li herêmê nemaye û niha li Çiyayê Qendîlê ne. Berpirsê YNKê got, Tirkiyeyê ji bo destwetrdanê li nav Iraqê bike çav berdaye hemû herêmên Mûsilê.

    Bi heman mijarî:

    Herêma Kurdistanê rojane çend bermîl petrol difroşe?
    Parlamentera Kurdistanê: Divê serkirdayetiya siyasî kiryarên Kerkûkê qebûl neke
    Mehmet Sanri: Êdî meseleya Kurdistanê nabe qurbana berjewendiyên hêzên super
    Rêveberê Sîdekanê: Hêzên tirk heta 15-17 kîlometroyan ketine nav axa Kurdistanê
    Etîketan:
    Berpirsê YNKê, Xiyas Surçî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de