21:28 24 Nîsan 2018
    Leşkerê Iraq ku ala Kurdistanê ji cih rqadike

    Parlamentera Kurdistanê: Divê serkirdayetiya siyasî kiryarên Kerkûkê qebûl neke

    © AP Photo / Emad Matti
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    0 01

    Parlamenter û berpirsa fraksiyona Komeleya Îslamî ya Parlamentoya Kurdistanê Necîbe Letîf Ehmed biryara Waliyê Kerkûkê ya hilweşandina dikan û avahiyên kurdan ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir.

    Li gor çavkaniyên herêmî, Waliyê Kerkûkê yê ereb ku bi wekaletî wezîfeyê dimeşîne Rakan Seîd ji bo hilweşandina dikan û avahiyên hemwelatiyên kurd li Kerkûkê fermannameyek weşand. Spûtnîk Kurdistanê biryara walî û rewşa dawî ya Kerkûkê ji parlamentera kurd Necîbe Letîf Ehmed pirsî.

    ‘BIRYARA WALIYÊ KERKÛKÊ SIYASÎ YE'

    Parlamenter û berpirsa fraksiyona Komeleya Îslamî ya Parlamentoya Kurdistanê Necîbe Letîf Ehmed di axaftina xwe de got: "Li gor me ev biryara Waliyê Kerkûkê, li dijî yasayan e û siyasî ye. Lewra kurd beşeke serekî ne li Kerkûkê. Mayîna kurdan li wê derê mafê wan ê xwezayî ye. Bi taybetî li cihên ku wek herêmên binîqaş tên binavkirin, hem hikûmeta Herêma Kurdistanê û hem jî hikûmeta federalî ya Iraqê dikarin birêveberiyê bikin. Heqê herdu hikûmetan jî heye ku li wan deveran desthilat bin."

    ‘PIŞTÎ KARESATA KERKÛKÊ FIRSEND KETIYE DESTÊ WAN'

    Necîbe Letîf Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de got: "Kurd li Kerkûkê, nîştecihên eslî, esasî ne. Heqê wan e ku xwedî milk, mal û saman bin. Xwedîbûna mulkiyet li Kerkûkê heqekî xwezayî û yasayî yê kurdan e. Loma ev biryara Waliyê Kerkûkê ne yasayî ye lê siyasî ye. Loma wek Parlamentoya Kurdistanê, me biryar daye ku welatiyên eslî yên Kerkûkê çi ereb, çi kurd û çi tirkmen heqê wan e bibin xwedî mal û milk. Heqê tu kesî tuneye ku malên wan ji wan bistînin û wan ji milkên wan derxînin. Lê belê halê hazir, piştî wê karesata bi ser Kerkûkê de hat firsend û îmkan ketiye destê rêveberên niha. Derfet ji wan re çêbûye ku bi taybetî jî li kurdan zilmê bikin."

    ‘DIVÊ PARLAMENTOYA KURDISTANÊ BÊ DENG NEMÎNE'

    Ehmed di dirêjiya axaftina xwe de biryara Waliyê Kerkûkê bi tundî rexne kir û got: "Divê serkirdayetiya siyasî ya kurd vê helwestê qebûl neke. Ji vir û pê de divê xelkê Kerkûkê di navbera van herdu hikûmetan de nebin sotemenî. Mixabin halê hazir Parlamentoya Kurdistanê nacive. Yan divabû Parlamentoya Kurdistanê civîn kiriba û li dijî vê muameleyê bihata deng. Divê biryar were stendin ku li Kerkûkê di bin navê nîjadî, qewmî û mezhebî de zilm li tu kesî neyê kirin. Xelkê Kerkûkê, welatiyên eslî yên wê derê ne û mafê wan e bibin xwedî her tiştekî."

    ‘SIYASETA NIHA TÊ MEŞANDIN TOLHILDAN E'

    Parlamentera kurd di dawiya axaftina xwe de rewşa dawî ya Kerkûkê nirxand û got: "Piştî wê rewşa di 16ê Cotmehê de bi ser Kerkûkê de hat ev rûdanên ne xweş diqewimin. Rewşa niha gelekî aloz e û neewle ye. Li wê derê wekî caran kurd rûbirûyî sîtem û neheqiyê dibin. Ji ber ku desthilata kurd li wê derê tuneye. Hikûmeta Iraqê xwedî desthilata fiîlî ye niha. Ev siyaseta niha tê meşandin wek curekî tolhildanê jî tê fêmkirin. Xelkê Kerkûkê ji ber siyaseta karbidestên borî yên welat, niha bacê didin. Lazim e rê li ber vê were girtin."

    Bi heman mijarî:

    Waliyê Kerkûkê sibê dest bi hilweşandina dikan û avahiyên kurdan dike
    Hêzeke taybet ji bo Kerkûkê kete rê
    Heyder Ebadî û Bob Dedlon ji bo Kerkûkê civiyan
    Rêveberê polîsên Kerkûkê guherî û Heşda Şeibî ji Xurmatûyê vekişiya
    DAIŞê êrîşî Kerkûkê kir: 5 sivîl hatin kuştin
    Etîketan:
    Parlamentera Komeleya Îslamî, Necîbe Letîf Ehmed, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de