02:29 20 Nîsan 2018
    Petrol - Nef

    Herêma Kurdistanê rojane çend bermîl petrol difroşe?

    © REUTERS / Soe Zeya Tun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Darayî yê hikûmata Herêma Kurdistanê Rêbaz Hemlan di axaftina xwe de ragihand ku herêm rojane navbera 300-320 hezar bermîl petrol difroşe.

    Wezîrê Darayî yê hikûmata Herêma Kurdistanê Rêbaz Hemlan di civîna çapemeniyê de bersiva pirsên rojnamevanan da û got: "Herêm rojane navbera 300-320 hezar bermîl petrol difroşe, lê ev firotin gelekî kêmî bazarên cihanê ye."

    Hemlan di berdewamiya axaftina xwe de got: "Salên 2012-2014an hem ji Bexdayê bûdçe bi awayê rêkûpêk dihat û hem jî bûhayê petrolê ji niha gelekî zêdetir bû, lewma ekonomiya Kurdistanê bê problem dimeşiya. Lê piştî 2014an li seranserê cihanê kêmbûna bûhayê petrolê û êrişa rêxistina terorîst a DAIŞê bû sedema krîza ekonomîk."

    Li gor daxuyaniya Wezîrê Darayî bermîla petrola brent ku Kurdistan difroşe di binê 10 dolaran de ye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Tirkiye li sînorê Herêma Kurdistanê baregeheke leşkerî ava dike
    Barzanî: Nabe axa Herêma Kurdistanê ji bo êrîşkirina li ser cîranan were bikaranîn
    Balafirên şer ên Tirkiyê Herêma Kurdistanê bombardiman kir
    Herêma Kurdistanê ji bo êrîşa li Fransayê peyamek weşand
    Artêşa tirk Herêma Kurdistanê topbaran kir: 2 sivîl birîndar bûn
    Li dijî paşkeftkirina mûçeyan li piraniya bajarê Herêma Kurdistanê xwepêşandan hatin kirin
    Etîketan:
    Wezîrê Darayî yê Herêma Kurdistanê, Rêbaz Hemlan, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de