08:37 23 Nîsan 2018
    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Nû yê Hêzên Hevpeymaniya dijî DAIŞê li Iraqê General Walter Piatt

    Barzanî û şanda amerîkî civiyan: Dê hevkarî û hemahengî berdewam be

    © Foto : Hikûmeta Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Fermandarê Nû yê Hêzên Hevpeymaniyê li Iraqê General Walter Piatt, Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Ken Gross û şanda ligel wan re civiya.

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser hevdîtina şandeya amerîkî ya bi Barzanî re da xuyakirin, dê hevkariya têkoşîna dijî terorê berdewam bike û wiha hat gotin:

    "Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekezî li çêbûna mekanîzmaya baş a di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi piştgiriya hevpeymanan û avêtina çend pêngavên siyasî û aborî û civakî kir ji bo dilniyakirina awareyan daku vegerin deverên xwe."

    Li gor daxuyaniyê, şanda mêvan kêfxweşiya xwe ji bo hevkarî û hevahengiya navbera hêzên Pêşmerge û hevpeymanan nîşan daye û diyar kiriye ku divê xelkê Herêma Kurdistanê û civaka navdewletî şanazî bi serkeftinên welatê xwe Pêşmerge yên li dijî terorîstên DAIŞê bikin.

    Hat ragihandin ku şanda mêvan amadebûna Amerîkayê ya ji bo berdewamiya hevkarî û hevahengiyê û baştirkirina peywendiyên Hewlêr û Bexdayê nîşan daye.

    Bi heman mijarî:

    Koşka Spî: Trump û May li ser ‘hilweşandina tora sîxuriya rûsî’ li hev kir
    UNAMIyê ji bo tundiya li dijî xwepêşanderên Kurdistanê bertek nîşan da
    Meleyê ku pêxwas çûbû mizgeftê ji ber lêpirsînê xwe ji ser xanî avêt
    'Li Minbicê ti hêza me nîne, tiştê li wir dibe me eleqedar nake'
    Pisporê rûsî: Damezirandina Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê gaveke karîger a Amerîkayê ye
    Etîketan:
    Amerîka, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de