02:30 20 Nîsan 2018
    Xwepêşandan-hewlêr

    UNAMIyê ji bo tundiya li dijî xwepêşanderên Kurdistanê bertek nîşan da

    © Sputnik / Osman Başkali
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Misyona Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê (UNAMI) li ser nûçeyên derbarê bikaranîna tundiyê li dijî xwepêşendanên Herêma Kurdistanê bertek nîşan da û fikarên xwe anî ziman.

    Li gor daxuyaniya UNAMIyê ji raportên medyayê diyar dibe ku li hemberî xwepêşanderên Herêma Kurdistanê yên ji bo mûçeyan û nerazîbûna hikûmetê derketine kolanan destwerdana tund hatiye kirin.

    UNAMI daxwaza berpirsiyariyê ji rêveberên Herêma Kurdistanê dike û mafên xwepêşandanan wek mafekî bingehîn ê demokrasiyê pênase dike.

    Misyona Neteweyên Yekbûyî li Iraqê (UNAMI) diyar dike, desthilatdar ji wê yekê berpirsyar in ku rêzê li wî mafî bigirin û biparêzin, divê pêkanîna wê ji aliyê welatiyan ve di aramî û serbilindiyê de bi rêzgirtina yasa û parastina aramiyê bibe.

    UNAMIyê destnîşan kir, "Hemwelatî jî bi heman şêweyê ji wê yekê berpirsyar in ku mafê wan bi hîskirina berpirsyariyê û di çarçoveya yasayê de xwedûrxistina ji tundî û zirardayîna milkên giştî û taybet pêk tê."

    UNAMIyê di dawiyê de, ji ber soza lêkolînkirina tundiya li dijî xwepêşanderan kêfxweşiya xwe derbirî.

    Bi heman mijarî:

    Meleyê ku pêxwas çûbû mizgeftê ji ber lêpirsînê xwe ji ser xanî avêt
    Slowakyayê piştî 20 salan bangî balyozê rûsî kir
    Pisporê rûsî: Damezirandina Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê gaveke karîger a Amerîkayê ye
    'Kurdan xeletî kir ku artêşa Sûriyeyê neket Efrînê'
    'Li Minbicê ti hêza me nîne, tiştê li wir dibe me eleqedar nake'
    Li Amerîkayê destûr hat dayîn ku li Trump doz were vekirin
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de