22:19 19 Nîsan 2018
    Helgurd Hikmet

    Helgurd Hîkmet: Pêşmerge bi rêkeftin vedigerin navçeyên madeya bi nakok

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Berdevekê Wezareta Karûbarên Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê got, "Ji bo birêvebirina deverên madeya 140î pêwîst e rêkeftineke nû di navbera hikumeta Herêma Kurdistanê û hikumeta lraqê de were kirin."

    Berdevekê Wezareta Karûbarên Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Helgurd Hîkmet îro ji bo Sputnik Kurdistanê li ser daxuyaniyên Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî derbarê birêvebirna deverên madeya 140î got, "Bi rastî jî daxuyaniyên Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî yên li ser herêmên madeya 140î ya destûra lraqê cihê dilxweşiyê ne, lê jib o vegera hêzên pêşmerge ya wan herêman û birêvebirina wan ya hevpar pêwîste rêkeftinek di navbera herdu hikumetan de were kiri."

    Herwisa Hîkmet daxuyand ku divê hikumeta herêmê bersiva Ebadî dabûya, ne wekî wezareta pêşmerge. Helgurd Hîkmet ev tişt gotin, "Ji ber ku ew mijar girêdayê serokatiya hikumeta herêmê ye, divê ew biryarê li ser bide. Ji bo vê yekê pêwîste lîjneya hemahengiya di navbera Hewlêr û Bexdayê de vê mijarê çareser bike. Nabe hemû tiştek bi kêfa Bexdayê be, lê ji bo vê rewşa ku niha li tevahiya lraqê û bi taybetî li navçeyên madeya 140î heye, daxuyanî û helwesta Ebadî gaveke baş e."

    Berdevkê wezarata pêşmerge li ser îdiayên ku hin aliyên erebên sunne dibêjin ji bo ku hêzên pêşmerge vegerin wan navçeyan, şandeke Amerîkayê wê serdana Hewlêr û Bexdayê bike, got, "Rast e hin şêxên ereb yên sunne li parêzgeha Musilê ew daxwazî kiriye û bi hevdu re li gel berpirsên Amerîkayê civîn li dar xistîne. Ji ber ku ew baş dizanin hêzên pêşmerge berê çawa deverên wan diparastin. Îcar niha jî daxwaz dikin ku pêşmerge ji bo parastina deverên wan vegerin."

    Bi heman mijarî:

    ‘Hêzên Pêşmerge vedigerin herêmên bi nîqaş'
    Fermandarê Pêşmerge: Rewşa Kerkûkê wiha dewam nake
    ‘Hetanî demeke nêzîk Pêşmerge dê vegere sînorên berê'
    Piştî vekirina balafirxaneyên Kurdistanê ji Bexdayê daxuyaniya lihevkirina Pêşmerge
    Fermandarê kurd yê êzidî him PKK him jî pêşmerge rexne kir
    Fîlmê Pêşmerge wê li Kongreya Amerîkayê were temaşekirin
    Etîketan:
    Berdevkê Wezareta Pêşmerge, Helgurd Hîkmet, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de