21:58 19 Nîsan 2018
    PKK

    Endamê PDK-Îyê: Tirkiye nikare tevgera azadîxwaz ya Bakurê Kurdistanê tine bike

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Gefxwarinên dewleta tirk yên ji bo êrişkirina Qendîl û Şingalê, partiyên Kurdistana Îranê jî hişyar û dilgiran dike û hinek ji wan bawer dikin ku her êrîşeke ji bo ser Qendîlê dê bi hemahengî û rêkeftina navbera Tirkyeyê û Îranê were lidarxistin.

    Derbarê vê mijarê endamê berê yê Komîteya Serkirdayetiyê ya PDK-Îyê Dara Natiq helwesta partiya xwe eşkere kir û ev tişt gotin, "Bêguman em wekî PDK-Îranê vê dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrînê şermezar û mehkûm dikin û gefxwarinên li ser Şingal û navçeyên din em wekî dagîrkerî dizanin, ev siyaseta ku Tirkiye niha dişopîne, li gel hin welatên deverê yên wekî Îranê û ji bûyerên 16 Cotmeha sala par ve destpê kiriye."

    ‘DEWLETÊN DAGIRKER TENÊ NAXWAZIN DENGÊ KURDAN TINE BIKIN, DIXWAZIN DEMOGRAFYAYA WAN JÎ BIGUHERÎNIN'

    Dara Natiq axaftina xwe wisa berdewam kir: "Helbet ew pêşketina ku li Başûr û Rojavayê Kurdistanê derketiye holê, bûye sedem ku Tirkiye û welatên dagirkerên din yên Kurdistanê hest bi diltengî û nerehetbunê bikin û hewl bidin rê ji van pêşketinan re bigrin. Herwisa hikûmeta Îranê bi alîkariya hikûmetên Bexda û Şamê hewl dide li her cihê ku doza kurdan ber bi pêşda diçe gurzekê lê diweşîne ji bo pêşda neçe. Ev welatên dagirker ne tenê dixwazin dengê kurdan tune bikin. Dixwazin demografyaya deverên kurdan jî biguherînin, her wekî çawa niha li Efrînê dewleta tirk malbatên erebên tundkar û tirkmanan li ser gund û malên kurdan akincî dike û dixwaze li devera Şingalê jî heman siyasetê bimeşîne û Îran jî beşdar e. Ev welatên ji bo astengkirina ji çêbûna her keyaneke siyasî ya kurdî dest bi her hewlekê dikin ku bibin astengiya vê siyasetê."

    ‘GER TIRKIYE BAWER DIKE TEVGERA AZADÎXWAZ YA BAKURÊ KURDISTANÊ TUNE BIKE, TIRKIYE KETIYE NAV ŞAŞITEYEKE MEZIN'

    Dara Natq anî ziman ku derbaskirina sînorê her dewletekê ji aliyê dewleteke din ve binpêkirina serweriyê ya wê dewletê ye û ev tişt anîn ziman: "Lê di salên derbasbûyî de û heta niha dewleta Îran û Tirkyeyê her tim hewl dane sînorên dewletên din li navçeyên derbas bikin û armanca serekî jî lêxistna gelê kurd e û gelên deverê ye. Tevgera azadîxwaz ya kurdan tenê li Qendîl û Şingalê nîn e, li hemû parçeyên Kurdistanê ne. Niha bizava rizgarîxwaz ya kurdan di nava dilê dagirkeran de serî hildaye. Eger Tirkiye wisa bawer dike ku bi êrişkirina ser Qendîlê ew dikare tevgera azadîxwaz ya kurdên li Bakûrê Kurdistanê tune bike, ez bawerim Tirkiye ketiye nav şaşitiyeke pir mezin."

    ‘TIRKIYE BÊ AGAHIYA ÎRANÊ ÊRÎŞÊ SER QENDÎLÊ NAKE'

    Endamê serkirdayetiya PDK-Îyê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku Tirkiye bê agahiya Îranê êrîşê ser Qendîlê nake û ev tişt gotin, "Her êrîşeke dewleta tirk ya ji bo ser Qendîlê ne bê haydarbûna lranê ye. Îran li ser lêxistina kurdan haydar e û bi Tirkiyeyê re li hev kiriye. Ji bo Îranê girîng e ku tevgera kurdan lawaz bibe. Îcar niha herdû welat hest bi metirsyeke mezin dikin, ji ber ku doza kurdan pêşve çûye û xurt bûye."

    Bi heman mijarî:

    Qaymeqamê berê yê Şingalê: Divê PKK rê nede Tirkiyeyê ku Şingalê bike Efrîna duyem
    PKK: Ti operasyonan dest pê nekiriye lê eger dest pê bike, em ê bi tundî bersivê bidin
    PKK ji bo çi ji Şingalê vekişiya?
    PKK li ser rewşa Efrînê Daxuyanî da
    Etîketan:
    Endamê berê yê Komîteya Serkirdayetiyê ya PDK-Îyê, Dara Natiq, Kurdistan, Şingal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de