01:04 21 Nîsan 2018
    Leşkerên Artêşa Tirkiyeyê - leşkerên tirk

    Tirkiye li sînorê Herêma Kurdistanê baregeheke leşkerî ava dike

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 12

    Li gel ku birêveberiya Iraqê qebûl nake ku Tirkiye ti operasyonan li ser axa wê bike jî lê medyaya Tirkiyeyê ragihand ku Artêşa Tirkiyeyê baregeheke leşkerî li Çiyayê Balkayayê yê li herêma Şemzînana Colemêrgê ya li ser sînorê Herêma Kurdistanê ava dike.

    Li gorî agahiyên çavkaniyên ewlekariyê, "ev baregeh tê avakirin da ku çûnûhatina di ser sînorî re bên astengkirin û ewlekariya wî were dabînkirin".

    Ev baregeh li bilindahiya 2 hezar û 400 metreyî ji deryayê li çiyayê Govenedê Şemzînanê ava dike.

    Hêjayî gotinê ye ku ev demeke Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dibêje ku dê operasyonekê li bajarê Şingalê bikin û Hikûmeta Iraqê jî li dijî vê derdikeve.

    ÇIYAYÊ GOVENDÊ LI KÛ YE?

    Li gorî agahiyên ku erdnîgarnasê kurd Abdurrahman Onen dane Sputnik Kurdistanê, Çîyayê Govendê (Balkayalar) û Çîyayê Mam Reşo, li başûrê Şemzînan dimînin. Li başûrê Çemê Basya (Basya suyu) ewilî Çîyayê Mam Reşo xwiya dibe û paşê jî Çîyayê Govendê yê ji başûr ber bi bakur ve dirêj dibe û digîhêje ser Basyayê tê dîtin.

    Bi heman mijarî:

    Neteweyên Yekbûyî: Nabe ku Kurdistan ji Iraqê veqete
    'Kurdistan dikare bibe pêşengeha mezin a çanda Îranê'
    Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo çi navê 'Kurdistan'ê bi tîpa biçûk dinivîse?
    Serokwezîrê Kanadayê ji bo erdheja Kurdistan û Îranê peyamek weşand
    Kurdistan: Me bi Amerîkayê re li hev kir ku têkiliyên xwe xurt bikin
    Etîketan:
    Tirkiye, Iraq, Kurdistan, Şingal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de