08:01 20 Nîsan 2018
    ypş-pkk-şingal

    Di navbera kurdên Êzidî û Artêşa Iraqê de alozî derket

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 10

    Piştî vekişîna PKKê ji Şingalê Artêşa Iraqê hêzeke mezin li Şingalê bicih kir. Hate ragihandin ku hêzên Iraqê hewl didin bikevin Mezara Şerfedîn, lê hêzên Êzidî yên li Şingalê destûr nedane û di navbera wan de alozî derketiye.

    Fermandarê Hêza Şerfedîn ku li Çiyayê Şingalê ye Qasim Şeşo ji Sputnik Kurdistanê re ragihand ku îro hêzeke iraqî hewl daye ku bikevin Mezala Şefedîn û wê dere kontrol bike. Lê hêzên wan li hemberî vê hewldanê derketine û rê nedane hêza Iraqê bikeve mezarê û got: "Şer di navbera me de neqiwimî. Me Konsolxaneya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê û Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê, hikûmeta Iraqê, hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge haydar kir.

    'TIŞTÊN KU DAIŞê NEKARÎ ŞINGALÊ BIKE, ARTÊŞA IRAQÊ DIXWAZE BI RÊBAZÊN DIN PÊK BÎNE'

    Şeşû wiha pê de çû: "Em di encamê de gihîştin rêkeftineke da ku şer rû nede, lê hêj jî bi temamî aramî çênebûye, ji ber ku ew hêz bi tememî ji herêmê nekişiyaye. Nêzî me ye. Em fêm dikin ku niyeta hêza Iraqê baş nîn e. Dixwazin çekan ji destên kurdên êzidî li deverê derxînin. Bi temamî kontrola devera Şingalê bi dest bixin û erebên sûnnî carekdin vegerînin herêmê. Tiştên ku DAIŞê nekarî li herêmê bike, niha Artêşa Iraqê dixwaze pêk bîne. Dixwaze êzidiyan li deverê tune bike."

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Iraqê hêzeke mezin şand Şingalê
    Ebadî li ser operasyona muhtemel a li ser Şingalê daxuyaniyek da
    Parlametera PDKê ji bo Şingalê: Tew behsa serweriyê dikin
    Sererkanê Iraqê serdana Şingalê kir
    Serokwezîrên Iraq û Tirkiyê li ser Şingalê axivîn
    Etîketan:
    êzidî, Sputnik, Qasim Şeşo
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de