17:15 24 Nîsan 2018
    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî

    Barzanî: Nabe axa Herêma Kurdistanê ji bo êrîşkirina li ser cîranan were bikaranîn

    © AFP 2018 / SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 02

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîravn Barzanî derbarê rewşa Herêma Kurdistanê û gelek mijarên din de axift û got ku "Hinek aliyên kurdî dibûne sedem ku Iraq mûçeyan neşîne, ez spasiya Serokwezîr Ebadî dikim ku di dawiyê de guh neda wan û destûr binpê nekir. Barzanî got ku nabe axa herêma Kurdistanê ji bo tehdîdkirina cîranan were bikaranîn.

    Tiştên sereke yê axiftina Barzanî wiha ne:

    • Me guhetineke mezin di pergala muçeyan de pêk anî
    • Em ji rakirina yekcarî ya sîstema paşekewta mûçeyan nêzîk bûne
    • Amerîka beşek ji mûçeyên pêşmerge dide. Em spasiya Amerîkayê dikin ku di şerê dijî DAIŞê de jî alîkarî da Kurdistanê
    • Em dê hemû xebatên pêwîst bikin da ku welatê xwe ji tundî û aloziyan biparêzin
    • Hinek aliyên kurdî dibûn sedem ku Iraq mûçeyan neşîne, ez spasiya Serokwezîr Ebadî dikim ku di dawiyê de guh neda wan û destûr bin pê nekir
    • Parlamentoya Iraqê biryareke baş daye û dibêje, divê ku mûçeyên şehîdan û enfalkiriyan ji bûdceya Iraqê ve bê dan
    • Desthilata Kurdistanê bi sindoqên dengdanê hatiye û dê her bi sindoqa dengdanê jî biçe, bi hilbijartinan
    • Me ti rêkeftinek veşartî li gel Bexdayê tine
    • Weke hikûmet û ez bi xwe jî, bi Enqerê re di pêwendiyê de ne da ku çareseriyekê bo geştên firokexaneya Silêmaniyê bibînin
    • Bi ti awayî ne tiştekî mentiqî ye ku hêzek ji nav axa Herêma Kurdistanê biçe û li Tirkiyê êrişan bike û careke din vegere Herêma Kurdistanê, ev yek nayê qebûlkirin
    • Presnîpeke me ya sabit heye ku nabe erdên Kurdistanê ji bo tehdîdikirina welatên cîran werin bikaranîn. Me ev çend caran ji PKKê re got
    • Tirkiye ket nav axa Kurdistanê, me pirsî bê çima wisa kiriye. Sedem PKK ye. Nabe PKK axa me ji bo êrîşkirina li ser Tirkiyeyê bi kar bîne
    • Kesên dixwazin xwenîşandanan bikin, dikarin destûrê bigirin, ji bilî vê em qebûl nakin ku xwenîşandan ji bo armancên siyasî werin bikaranîn ku dê bibin sedema kaosê.
    • Divê karmend bizanin ku pereyên hikûmetê hebin, qet ne pêkan e ku muçeyan nade. Lê hinek hene ku hewl didin bi agahiyên şaş serê xwe xelkê tev li hev bikin.
    • Di buçdeyê de neheqiyeke mezin li Kurdistanê bû û em dibînin ku divê ji nû ve were nirxandin
    • Hat ragihandin ku muçeyên xizmên şehîdan dê ji aliyê Bexdayê ve werin dan. Spasiya kesên ku ji bo vê ked dane dikin
    • Destûr bingehê têkiliyên me li Bexdayê ne û em dixwazin her tiştî bi diyalogê çareser bikin
    • Çi kesê çekan hilgire û tundûtûjiyê provoke bike, em dê bi heman awayî bersivê bidin

     

    Bi heman mijarî:

    Barzanî sibe beşdarî Konferansa Asayişê ya li Almanyayê dibe
    Barzanî û Ebadî hevdîtinek pêk anîn
    Malpera fermî ya Mesûd Barzanî dest bi weşanê kir
    Barzanî û Joe Biden li hev civiyan
    Barzanî: Divê mijara Efrînê tavilê were çareserkirin
    Barzanî: Hilbijartinên Kurdistanê di Îlonê de tê lidarxistin
    Şêwirmendê Barzanî: Gava şer be, kurd hêzên meşrû ne lê gava mesele çarenûs be...
    Barzanî ji bo Efrînê bi ENKSê re civiya
    Etîketan:
    Daiş, DAIŞ, nêçîrvan Barzanî, Nêçîrvan Barzanî, Amerîka, Tirkiye, Silêmaniyê, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de