22:05 19 Nîsan 2018
    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Konsulê nû yê Birîtaniyayê li Hewlêrê Martyn Warr re

    Barzanî peşwaziya heyeta brîtanî kir

    © Foto : cabinet.gov.krd
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya heyeta ku serokatiya wê nûnerê Serokwezîrê Brîtanyayê Theresa May û şêwirmendê parastinê yê Rojhilata Navîn General John Lorimer kir.

    Li gor daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de Balyozê Brîtanya yê Bexdayê John Wilks, Konsolosê Brîtanya yê Hewlêrê John Sharp, grûbeke dîplomatên brîtanî û Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê Qubad Talebanî û Serokê Dîvana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Huseyn amade bûn.

    Heyeta brîtanî di hevdîtinê de behsa pêşxistina têkiliyên navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê kirin û ragihandin ku di modernîzekirina hêzên Pêşmerge de wê alîkariya welatê me bidome.

    Herwiha di hevdîtinê de ji xeyrî mijarên herêmî mijara danûstandin û têkiliya navbera Hewlêr û Bexdayê jî hat gotûbêjkirin.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî di salvegera karesata Helebçeyê de peyamek weşand: Ji Komkujiyê Iraq berpirsyar e
    Barzanî derbarê vekirina balafirxaneyên Kurdistanê de peyamek weşand
    Barzanî: Pirsgirêk ne şandina mûçe û vekirina balafirxaneyan e, siyasî û netewî ye
    Barzanî: Biryara Ebadî ya derbarê balafirxaneyan de gelek girîng e
    Barzanî: Biryara Iraqê gaveke girîng e
    Etîketan:
    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Heyeta Brîtanya, John Wilks, Nêçîrvan barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de