07:31 24 Nîsan 2018
    artêşa tirk-wesayetên leşkerî-leşkerên tirk- leşker-sînor

    Rêveberê Sîdekanê: Hêzên tirk heta 15-17 kîlometroyan ketine nav axa Kurdistanê

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 01

    Ev zêdetirî mehekê ye tê gotin ku hêzên dewleta tirk ketine nav axa Herêma Kurdistanê û herî dawiyê şeva borî balafirên şer yên artêşa tirk careke din zêditirî 2 saetan li ser asîmanê nahiyeya Sîdekanê ya bi ser qezaya Soranê ve li nêzikî sînorê Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê geriyaye û hin dever jî bombebaran kiriye.

    Artêşa Iraqê - Operasyona Telaferê
    © AFP 2018 / MOHAMED EL-SHAHED
    Di derbarê mijarê de rêveberê nahiyeya Sîdekanê Îhsan Çelebî ji bo Sputnik Kurdistanê axivî û got, "Îşev balafirên şer yên artêşa tirk di saet 8an de li esmanê Sîdekanê geriyan û Xakûrk, Geliyê Reş, Bermêze, Darîziyan û çend deverên din bombebaran kirin."

    Çelebî destnîşan kir ku balafirên tirkiyeyê nêzî gundê Darîziyanê bombebaran kir ku ew gund ava ye û xelk têde ye û ev tişt gotin, "Lê em bi siûd in ku bombebarankirina balafirên tirk hîç zirar û ziyaneke canî û madî nedaye wan, lê em nizanîn çend gerîlayên PKKê zirar ditîne."

    Îhsan Çelebî ragihand ku piraniya ew deverên ku balafirên tirk îşev bombebaran kirin, bev ji bo demeke pir dirêj e tên terikandin û endamên PKKê têde ne.

    'HÊZÊN TIRK LI HINEK DEVERAN BI QASÎ 15-17 KÎLOMETROYAN KETINE NAV AXA HERÊMA KURDISTANÊ'

    Rêveberê nahiya Sîdekanê li ser ketina hêzên artêşa tirk ya nav axa Herêma Kurdistanê jî got, "Hêzên tirk li hinek cihan ji 15an heta 17 kîlometroyan ketine nava xaka Herêma Kurdistanê û li nêzikî gundê Hêşime zalgehek anku xaleke vekolînê li ser cadeyê danîne û ji bo dema 3 rojan dibe pêşketina hêzên tirk ya li nav xaka Herêma Kurdistanê de rawestiyaye. Lê hatina wan hêzên tirk niha metirsî li ser herdû gundên Hêşime û Bermîzeyê çêkiriye, ji ber ku di wan gund de xelk dijî û ditirsin ku bikevin ber êrişên hêzên tirk û gerîlayên PKKê."

    'BERIYA NIHA GERÎLAYÊN PKKÊ HER ROJ Û ŞEV ÊRÎŞÊ HÊZÊN TIRK DIKIRIN'

    Çelebî li ser derketina şer di navbera hêzên tirk û endamên PKKê de li wê deverê, ev tişt anîn ziman, "Tenê ev 3 roj ne tê de, beriya niha her roj û şev gerîlayên PKKê êriş dikire ser hêzên tirk û şerên giran diqewimîn û piştre gerîlayên PKKê vedikişyan û hêzên tirk jî hemû dever didan ber top û bombeyan ji tirsa êrişên PKKê."

    Bi heman mijarî:

    Sererkanê Iraqê serdana Şingalê kir
    Serokwezîrên Iraq û Tirkiyê li ser Şingalê axivîn
    Qaymeqamê berê yê Şingalê: Divê PKK rê nede Tirkiyeyê ku Şingalê bike Efrîna duyem
    Fermandarê Heşdî Şeibî: PKK ji Şingalê vekişiya me hêzên xwe bicih kir
    Gelo operasyona Tirkiyeyê li Şingalê dest pê kir an jî şerekî derûnî ye?
    Etîketan:
    hêzên tirk, Rêverberê Nahiyeya Sîdekanê, PKK, Îhsan Çelebî, Sîdekan, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de