02:40 28 Gulan 2018
Artêşa Iraqê - Operasyona Telaferê

Hêzeke hevbeş a Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî gihişt Şingalê

© AFP 2018 / MOHAMED EL-SHAHED
Kurdistan
Lînkê kurt
0 01

Qeymeqamê Şingalê Mehma Xelîlî îro duşemê ragihand ku hinek beşên Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî gihiştine herêmê da ku wê ji gefên Tirkiyeyê biparêzin.

Xelîl îro bi Sputnikê re axift û diyar kir ku "ev hêz îro gihişine lê hejmara wan kêm e û têra parastina qezayê ji gefên derveyî nake" û daxwaz kir ku "hêzeke hevbeş ji Artêşa Iraqê, Pêşmerge û hêzên Amerîkayê were damezirandin da ku endamên PKKê ji wê derê bi dûr bixin ku hîn li qezayê ne".

'BIRÊVEBERIYA ŞINGALÊ Û ALIYÊ AMERÎKÎ ÎRO DICIVIN'

Herwiha qeymeqanê qezayê bangî her sê aliyan kir ku vê hêzê damezirînin û destnîşan kir ku îro êvarî dê civînek di navbera "birêveberiya herêmî ya Şingalê û aliyê amerîkî de were lidarxistin da ku vê hêzên damezirînin."

'KONTROLKIRINA 30 GUNDAN NE RAST E"

Li ser nûçeyê ku dibêje, Artêşa Tirkiyeyê 30 gund li Herêma Kurdistanê kontrol kirine, Xelîlî ew îdîa red kirin û got, "tiştê diqewime ew e ku balafirên Tirkiyeyê duh êvarî hinek firînên keşfê ji aliyê li ser qezaya Şingalê kirine."

Hinek malperan ragihandibû ku Artêşa Tirkiyeyê 30 gund li Herêma Kurdistanê kontrol kirine.

Herwiha Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan derbarê Şingalê de axiftibû û gotibû, eger hikûmeta Iraqê li Şingalê bi ser nekeve, em dê tiştê pêwîst bikin.

Bi heman mijarî:

Şingal- Pêşmerge û YPGê li wan dixin
ŞINGAL- Şerê kolanan
ŞINGAL- Di nava 24 saetan de 16 xanî teqandine
Şingal – bikêmanî 30 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
ŞİNGAL - Ji bo kurdan nûçeyekê xemgîn: 13 cenaze
Parlementoya Iraqê Şingal wek navçeyeke wêrane nas kir
Bernameya Ban Ki-moonî ya Hezîranê Şingal e
Etîketan:
Artêşa Iraqê, Heşda Şeibî, Pêşmerge, Recep Tayyip Erdogan, Mehma Xelîl, Şingal, Kurdistan, Tirkiye, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de