14:50 19 Nîsan 2018
    Hewlêr - Kurdistan

    Hikûmeta Kurdistanê ferman da ku 'xalên neqanûnî' werin girtin

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hikûmeta Kurdistanê fermaneke derxist ku "ew xalên kontrolê yên neqanûnî' yê ku pereyan ji welatiyan distînin werin girtin û xwest ku aliyên pêwendîdar derbarê wan de agahdar bikin.

    Li gorî biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku bi îmzeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hatiye weşandin, "ji bilî aliyên fermî, nabe ti kes an jî alî xalên kontrolê yên neqanûnî deynin û bi awayekî neqanûnî pereyan ji welatiyan bistîne"

    Li gorî nûçeya Kurdistan24ê, Nêçîrvan Barzanî di biryara xwe de bang kiriye ku kesên van tiştan dikin rasterast bo dadgehê werin şandin da ku rêkarên qanûnî derheqê wan de dest pê bikin û bangî  welatiyan kir ku pereyan nedin van xalên neqanûnî û aliyên pêwendî derbarê wan xalan de agahdar bikin.

    Herwiha di daxuyaniyê de hat xwestin ku Wezareta Hundir a Kurdistanê, aliyên ewlekariyê, dozgerî û heyeta destpakiyê vê biryarê bisepîne.

    Endamên Parlamentoya Kurdistanê muxtirayek dabû û tê de teqez kiribû hinek xalên lêgerînê pereyan ji welatiyan distîne û piştî wê hikûmetê ev ferman derxistibû.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî derbarê vekirina balafirxaneyên Kurdistanê de peyamek weşand
    Almanya: Hebûna leşkerên me ya li Kurdistanê wê berdewam bike
    Ji Çînê bo Kurdistanê: Em amade ne
    Elî Ewnî: Bi êrîşên li ser Efrînê dixwazin kurdan kole, Kurdistanê kolonî bihêlin
    Tariq Gerdî: Biryara Dadgeha Federal a lraqê di berjewendiya Herêma Kurdistanê de ye
    Etîketan:
    biryarên hikûmeta Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de