05:53 20 Nîsan 2018
    Xwepêşandanên li Herêma Kurdistan

    Xwenîşandan li Hewlêr, Silêmanî û Duhokê berdewam dikin

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 10

    Îro duşemê karmend û mamosteyên Kurdistanê ji bo protestokirina paşkeftina muçeyên xwe derketin kolanan û xwenîşandan bi rê ve birin û xwest ku hikûmet wê sîstema paşkeftina muçeyan hilweşîne.

    Îro Duşemê li parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê û hinek bajarên din ên herêma Kurdistanê, karmend û mamoste boykota xwe dewam kir û derketin kolanan.

    Xwenîşanderê derketibûn kolanan ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwest ku sîstema paşketfkirina muçeyên wan were hilweşandin û dawiyê lê werînin.

    Li Hewlêra paytextê Herêma Kurdistanê îro hejmareke mezin ji mamoste û karmendan li ser kolana sereke ya bi nave 60Myê li hev civiyan û hewl da ku bi xwenîşandanekê ber bi avahiya Parlamanetoya Kurdistanê ve biçin lê hêzên Asayîşê rê neda wan ku xwe bigihînin wê derê.

    Xwepêşandanên li Herêma Kurdistan
    © Sputnik / Osman Başqalî
    Xwepêşandanên li Herêma Kurdistan

    Xwepêşanderan Kurdistanê û bi taybetî yên Hewlêrê slogan û durişmên li dijî hikûmetê bilind kirin û herwiha soz da ku dê venegerin ser karê xwe heta ku hikûmet daxwazên wan cî bi cî neke.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Hikûmeta Iraqê: Nebêjin 'Kurdistan', lê bibêjin 'Iraq'
    Neteweyên Yekbûyî: Nabe ku Kurdistan ji Iraqê veqete
    'Kurdistan dikare bibe pêşengeha mezin a çanda Îranê'
    Serokwezîrê Kanadayê ji bo erdheja Kurdistan û Îranê peyamek weşand
    Iraq: Eger Kurdistan petrolê bide me em ê meaşan bişînin
    Sputnik Kurdistan hemû hûrgiliyên hilbijartinên li Rojava diweşîne
    Etîketan:
    karmend, mamoste, xwenîşandanên li Herêma Kurdistanê, Asayîş, Kurdistan, Silêmanî, Hewlêr, Duhok
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de