17:41 22 Nîsan 2018
    Şerê li Şingalê

    Qemeqamê Şingalê derbarê rewşa dawî ya herêmê de axivî

    © AP Photo / Seivan Selim
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Qeymeqamê Qezaya Şingalê Mihemê Xelîl îro duşemê daxuyaniyek taybet da Sputnikê û ragihand "berovajî tiştê hatiye ragihandin, endamên Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) ji qezayê venekişiyane." Xelîlî diyar kir ku prgrama PKK ew e ku di nava du rojan de vekişe.

    Xelîl diyar kir ku li gel ku PKK ragihandibû kudê ji ji qezaya Şingalê ya rojavayê parêzgeha Nînewayê vekişe jî hîn venekişiyane.

    Herwiha Xelîl diyar kir ku PKK li ser erdê li hemû herêmên Şingalê hene, nexasim çiya, herêmên Xanesor, Sinûnê, Bara û deverên din.

    Qeymeqamê Şingalê diyar kir ku biryargehên partiyî yên PKKê heta niha li Şingalê hene û diyar kir ku programeke partiyê heye ku di nava du rojan de ji qezayê vekişe.

    Di berdewamiya axiftina xwe de Xelîlî diyar kir ku hêzên "YBŞ anku Yekîneyên Berxwedana Şingalê jî PKKê ne, ji xelkê Şingalê ne ku tev li PKKê bûne û hêzeke girêdayî wan in. Ew hêz dê li qezayê bimîne û dê venekişe."

    Ji aliyê din ve, Xelîlî teqez kir ku ti hêzeke Tirkiyeyê li Şingalê tine.

    "PKK RAGIHANDIBÛ KU VEDIKIŞIN"

    Piştî kontrolkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve Serokkomarê tirk Erdogan gef xwarin ku dê operasyonên leşkerî yên li Sûriye û Iraqê berdewam bikin û gotibû ew dê 'şevekê ji nişka ve' ji bo derxistina endamên PKKê li wê deverê operasyonekê li dar bixin. Piştî daxuyaniyên Erdogan birêveberiya PKKê ragihandibû ku ew ji Şingalê vekişiyane.

    Bi heman mijarî:

    Li Şingalê şer di navbera Heşdî Şeibî û YBŞê de derket
    Li Şingalê teqîn: 3 kesan can da
    Artêşa Iraqê û Haşdî Şabî êrişî Şingalê kirin
    Hêzên Pêşmerge ji Şingalê ber bi Sinûnê ve vekişiyan
    Reuters: Komeke êzidî li gel hêzên Iraqê hatin Şingalê
    Etîketan:
    PKK, Mehma Xelîl, Sinûnê, Xanesor, Sûriye, Tirkiye, Iraq, Şingal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de