06:00 20 Nîsan 2018
    Parlamentoya Herêma Kurdistanê

    Encumena Wezîrên Kurdistanê ji bo meaşan daxuyaniyek da

    © REUTERS / Azad Lashkari
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê îro civînek li dar xist û piştî civînê bi daxuyaniyekê diyar kir ku pereyên ku Iraqê ji bo Hewlêrê şandine, têra para budceya darayî ya Kurdistanê nakin.

    Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê îro di bin serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî de civînek li dar xist û piştî civînê bi daxuyaniyek belav kir. Encumenê di daxuyaniya xwe de derbirî ku pereyên ji aliyê hikûmeta Iraqê ve ji bo karmendên Kurdistanê hatine şandin, têra para budceya darayî ya Kurdistanê nakin.

    Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo para din ya meaşan bi dahateyên petrolê û çavkaniyên din were temamkirin,.ew ê sererastkirinekê bikin. Hat gotin ku 317 milyar dînarên ku Bexdayê şandine, têra meaşên karmendan yên Herêma Kurdistanê nekiriye û ji ber vê yekê meaşên ku divê beriya Newrozê bihatana dayîn, rastî pirsgirêkan hat.

    Bi heman mijarî:

    Herêma Kurdistanê ji bo êrîşa li Fransayê peyamek weşand
    Artêşa tirk Herêma Kurdistanê topbaran kir: 2 sivîl birîndar bûn
    Li dijî paşkeftkirina mûçeyan li piraniya bajarê Herêma Kurdistanê xwepêşandan hatin kirin
    Îxracata petrola Iraq û Herêma Kurdistanê di meha Adarê de kêm bû
    Etîketan:
    meaş, Encumena Wezîran ya Herêma Kurdistanê, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de